2024-05-24
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Ji Bo Raya Giştî, BEYANA 8 ADARÊ
2023-03-07 16:36


Îsal 8 Adarê bo me mixabin di rewşeke xirab da derbaz dibe. Welatê me rastî bêtareke mezin hat. Ev ji erdhêjeke herî mezin bû ku sedsalan da carê çêdibe. Bi dehan bajarê me di erdhêjê da ser û bin bûn, bi deh hezaran însanê me mirin, bi sedhezaran birîndar bûn û bi milyonan kes jî perişan bûn.

Karbidestên vî welatî li himber vê felaketê bi gufiretiya xwe tu tedbîr nestandi bûn. Piştî erdhêjê jî, ku welatên beyanî hatin hawarê û xelkê welat alîkariyeke bi dil û can nişan da, berpirsên vî welatî dîsa tiştê ku dikete para wan bi xurtî nekirin.

Gelek ji xelkê me li van bajarên ruxuyayî hîn di bin kawilan da ne. Yên ku sağ yan jî birindar xilas bûn jî yan koç kirin, yan jî li der, bin berf û baranê da, sermayê da bê cil, bê xwarin, bê derman in. Bo koçberan jî jiyan ne hêsan e; ew jî piranî bê mal û betal in.

Di vê dema çetin da navend û rêxistinên HAK-PARê û her usa jî wek Komisyona Jinan, ji destpêka erdhêjê vir da çiqas ji destê me hat, li hêla bajarên hejiyayî û li cîyên din me alîkarîya gele xwe kir. Ji nuha şun da jî çiqas ji dest me bê emê bikin.

Em zanin ku piştî erdhêjê rewş taybetî ji bo jin û zarokan gelek çetin e. Li hêla erdhêjê hîn têr kon, tiştên ji bo paqijî, av, avdêstxane tüne. Zarokên ku bê dê û bav mane di xetereke mezin da ne, dikarin teslîmî terîqetan û şebekeyên xirab bin.

Her usa jî ev zarokê ku bê dê û bav, bê heval man, xwendina wan qut bû di trawmayek mezin da ne. Gelek jin mal û malbata xwe winda kirine, yan jî bi zarokên xwe tenê man. Gelekê wan betal in. Nizanin bi çend quruşê ku dewlet bide wan çawa îdara xwe bikin. Nizanin herin kîderê. Bi vî şiklî bi dehan pirs û problem li pêş wan e.

Di rewşa hanê da hemû mirovên xwedî hestên baş, sazî û komeleyên jinan bo alîkarî kar û xebat dikin.

Ew jinên ku di 8ê Adara sala 1857 da dijî rewşa xirab ya kar û xebatê li karxanan, li dijî dema dirêj a kar û xebatê û bedêleke gelek erzan ber xwe dan û hatin kuştin û şewitandin, qîrîn û qîjîna wan û yên jinên ku îro li welatê me di erdhêjê da bin kawilan da, yan bê çare man, denge wan tevlihev dibe.

Em jinên HAK-PARê bersîva dengê wan didin.

Divê em dest bidin hev da ku bikaribin van kawilan rakin û jiyaneke baş, dadmend û demokratik ava bikin.

HAK- PAR
KOMÎSYONA JİNAN
PARTİYA MAF Û AZADİYAN (HAK-PAR)
........................

HAK- PAR Kadın Komisyonu: Eşit, adil, demokratik bir yaşamı birlikte kuracağız

Basına ve Kamuoyuna

8 Mart Basın Bildirisi

Bu yıl 8 Martı, ne yazık ki ülkemizde depremin her alandaki enkazıyla karşılıyoruz. Yüzyılın en büyük depremlerinden biri. On "dan fazla ilimizin yıkımına, onbinlerca canın yitirilmesine, yüzbinlerce insanın hayatının perişan olmasına neden oldu. Bu yıkım karşısında ülkeyi yönetenler son yılların en büyük ihmalkarlığını, duyarsızlığını ve sorumsuzluğunu sergilerken, dünya ülkeleri ve ülkemizdeki insanlar yüzyılın en büyük dayanışma örneğini sergiledi.

Depremde can kaybı çok, şehirler yerle bir oldu. İnsanlar hala enkaz altında. Canını kurtaran başka şehirlere göçüyor. Elbette hem kalanlar, hem göç edenler açısından kolay atlatılacak, altından kolay kalkılacak bir durum değil yaşananlar. Bu zorlu süreçte HAK-PAR teşkilatları ve kadın komisyonu olarak depremin ilk gününden itibaren deprem bölgesinde halkımızla yardımlaşma, dayanışma içinde olduk, bundan sonra da tüm olanaklarımızla bu desteği sürdüreceğiz.

Deprem sonrası sürecin kadınlar ve çocuklar açısından daha da zor olduğu ve bundan sonra da zor olacağını biliyoruz. Deprem bölgesinde kalanlar için hala yeterli çadır yok, hijyen malzemesi yok, tuvalet yok. Kadın mahremiyetine ilişkin (tuvalet, çocuk emzirme yeri, kişisel ihtiyacını giderme alanları gibi) alanlar bulunmamaktadır. Yalnız kalmış çocukların tarikatlara teslim edilmesinden, istismar şebekelerinin eline düşmesinden söz edilmektedir. Diğer taraftan çocuklar yaşadıkları travmanın yanında yalnızlaştı, velilerinden, arkadaşlarından mahrum kaldı. Eğitimi kesintiye uğradı. Bir çok kadın ailesini kaybetti, ya tek başına ya da çocuklarıyla yalnız kaldı. Bir çoğunun işi yok. Devletin vereceği üç kuruş yardım için nasıl bir yol izleyeceğini bilemiyor. Nereye gideceğini bilemiyor.Ve daha onlarca sorunla karşılaşıyor, karşılaşacak.

Bu süreçte bütün duyarlı insanlar, kuruluşlar ve kadın dernekleri dayanışma çabası içindeler. 8 Mart 1857 de kötü çalışma koşullarının düzeltilmesi, uzun iş saatlerinin kısaltılması, ücretlerinin artırılması talepleriyle direnirken fabrikada yakılan kadınların çığlıkları, bugün depremi yaşayan, enkaz altında kalan kadınların çığlığıyla birbirine karışıyor.

Biz HAK- PAR lı kadınlar da bu çığlığa ses veriyoruz .

Bu enkazı birlikte kaldıracağız. Eşit, adil, demokratik bir yaşamı birlikte kuracağız.

HAK- PAR
KADIN KOMİSYONU

Print