2024-11-14
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Li dijî tundiyên li ser jinê, em hemû jin destên xwe bidin hev
2023-11-25 13:11


JI ÇAPAMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE

Dîroka mirovahiyê dîroka têkoşîna li dijî newekheviyan e. Di dîrokê de jinan jî bi şêwazên cuda di têkoşîna li dijî newekheviyên aborî û civakî de cih girtine û têkoşîna xwe ya ji bo bidestxistina mafên wekhev ên bi mêran re berdewam kirine.

Sê Xwişkên ku li Komara Domînîkê bi navê Xwişkên Mîrabel derbasî dîrokê bûn, li dijî dîktatoriyê têkoşîn dan, li her derê welêt alîgirên wan zêde bûn û ji tirsa vê yekê rejîmê di 25"ê Mijdara 1960"î de ev xwişk qetilkirin.

Di dîrokê de gelek jinên Kurd ên weke Leyla Kasım û Jîna Emînî di têkoşîna wekheviyê de jiyana xwe ji dest dane.

Di encama têkoşîna jinan a ji bo wekhevî û mafan de, Neteweyên Yekbûyî di sala 1978’an de “"Peymana Rakirina Hemû Cûdahiya Li Dijî Jinan" û di 20’ê Kanûna 1993’an de jî “Deklarasyona Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê” qebûl kir.

Di 25’ê Mijdara 1999’an de ji bo bîranîn û rêzgirtina têkoşîna xwişkên Mîrabel ji aliyê Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ve ev roj weke “Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Navneteweyî” hat qebûlkirin.

Jin ji ber zayenda xwe rastî tundiya fîzîkî û manewî tên. Mixabin tundiya li ser jinan bi gelemperî ji aliyê xizmên wan ve tê kirin.

Di 9 mehên ewil ên sala 2023’an de li seranserê Tirkiyeyê 234 jin hatine kuştin. Ji bilî vê hejmara tomarkirî, tê zanîn ku kuştinên jinan yên nehatine tomarkirin jî hene. Şîdeta li ser jinan ne tenê ji kuştinê pêk tê, di heman demê de bi êrîşên fîzîkî, destavêtin û astengkirina azadiyê û wekî zexta exlaqî, heqaret û nedayîna mafên wekhev pêk tê.

Weke Komîsyona Jinan a Partiya Maf û Azadiyan em dizanin ku tundiya li ser jinên Kurd tundtir û dijwartir e. Ji ber nasnameya kurdî, derfetên kar û îmkanên perwerdehiyê wek hev nayên bidestxistin. Nepejirandina zimanê zikmakî, zimanê kurdî, wek zimanê perwerdehiyê û zimanê fermî bi serê xwe şîdet e. Tundîye.

Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) ku bi giştî li dijî her cure şîdetê ye, tundiya li ser jinê tûcar qebûlnake û red dike. Partiya me, Wekheviya jin û mêr diparêze û şîdeta li ser jinê di Rêznameya Partiya me da wek sûcê dîsîplînê cih digre.

Vekişîna hikûmetê ya ji peymana Stenbolê tundiya li ser jinê zêde kir. Em vê helwesta hikûmetê ya ku rêya cudakariyê û tundîyê li ser jinan vedike şermezar dikin.

Bijî wekheviya mêr û jinê, bimire hemû cudagirtin û tundiyên li ser jinê.

Bijî wekheviya jin û mêr bimre hemû cudagirtin û tundiyên li ser jinê.

Li dijî tundiyên li ser jinê, em hemû jin destên xwe bidin hev. 25.11.2023

Partiya Maf û Azadiyan
Komîsyona Jinan

============

BASINA VE KAMUOYUNA

İnsanlık tarihinin bir boyutu da eşitsizliklerle mücadele tarihidir. Kadınlar da tarih boyunca, çeşitli biçimlerde ekonomik ve sosyal eşitsizliklerle mücadelede rol almışlar, erkekler ile eşit haklara sahip olma mücadelesini sürdürmüşlerdir.

Dominik Cumhuriyeti"nde tarihe Mirabel Kardeşler olarak geçen üç kız kardeş, diktatörlüğe karşı savaşmış, ülkenin her yerinde destekçileri artmış ve bunun korkusuyla rejim 25 Kasım 1960"ta bu kız kardeşleri katletmiştir.

Tarih Leyla Kasım, Jîna Amini gibi birçok Kürt kadının da eşitlik mücadelesinde canını kayıp ettiğine şahittir.

Kadınların eşitlik ve hak arama mücadelesinin sonucunda Birleşmiş Milletler 1978 yılında “Kadına Karşı Her Türlü Ayrımcılığın Yok edilmesi Sözleşmesini” ve 20 Aralık 1993 te “Kadına Karşı Şiddetin Ortadan Kaldırılması Bildirgesini” kabul etmiştir.

25 Kasım 1999 yılında Mirabel Kardeşlerin mücadelesinin unutulmaması ve onure edilmesi için Birleşmiş Milletler genel Kurulu tarafından, bu gün “Kadına Yönelik Şiddete Karşı Uluslararası Mücadele Günü “ olarak kabul edilmiştir.

Kadınlar cinsiyeti nedeniyle fiziki ve manevi şiddette maruz kalmaktadır. Ne yazık ki kadına yönelen şiddet genel olarak, yakınları tarafından gerçekleşmektedir.

2023 yılının ilk dokuz ayında Türkiye genelinde 234 kadın cinayeti işlendi. Kayıtlara geçen bu sayının yanı sıra, kayıtlara geçmeyen kadın cinayetlerinin de olduğu bilinmektedir. Kadına yönelik şiddet sadece cinayetlerden ibaret değil, fiziki darp, tecavüz ve hürriyetti kısıtlama şeklinde gerçekleştiği gibi, manevi baskı, hakaret ve küçük düşürme, haklardan eşit yararlandırmama gibi manevi şiddet de yaşanmaktadır.

Hak ve Özgürlükler Partisi, Kadın komisyonu olarak biz biliyoruz ki, Kürt kadının üzerindeki şiddet, daha yoğun ve şiddetlidir. Kürt kimliği nedeniyle iş fırsatlarından ve eğitim olanaklarından eşitçe yararlanılmıyor. Anadil olan Kürtçenin eğitim dili ve resmi dil olarak kabul edilmemesi başlı başına bir şiddettir.

Genelde her türlü şiddete karşı olan Partimiz Hak ve Özgürlükler Partisi (HAK-PAR), kadına karşı şiddeti kabul edilemez görmekte ve ret etmektedir. Kadın erkek eşitliğini savunmakta ve kadına karşı şiddeti Parti Tüzüğünde disiplin suçu olarak görmektedir.

Hükümetin İstanbul sözleşmesinde çekilmesi, kadına karşı şiddet eğilimini artırmıştır. Biz hükümetin kadına karşı ayrımcılığa davetiye çıkaran bu tutumunu kınıyoruz.

Kahrolsun, kadına karşı her türlü ayrımcılık ve kadına yönelik şiddet.

Kadına yönelik şiddetti önlemek için, tüm kadınlar el ele.

Ji bo tûndiya li hember jina bê rawestandin, em hemû jin dest bidin hev. 25.11.2023

Hak ve Özgürlükler Partisi
Kadın Komisyonu

Print