2024-07-27
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Şanda Partîya Maf û Azadiyan HAK-PARê li Herêma Kurdistanê serdanan dike
2024-01-21 16:21


Serokê Giştî yê HAK-PARê Duzgun Kaplan û Komîsyona Nûnertîya Hewlêrê ya HAK-PARê, li Herêma Kurdistanê serdanan dikin.

Şanda Partîya Maf û Azadiyan HAK-PARê, li herêma Kurdistanê serdana Hîzbî Demokratî Kurdistan a rojhilatê Kurdistanê kir.

Şanda HAK-PARÊ ku ji Serokê Gistî Duzgun Kaplan, endamê rêvebiriya serokatiya HAK-PARÊ Cîhan Baykara û nûnerê nû yê Hewlêrê Mihemed Şîrîn Tîmûr pêkhatî bi Hîzbî Demokratî Kurdistan re hevdîtineke dostanî pêkanî.

Li ofisa Hîzbî Demokrat a Kurdistan Mihemed Salih Qadirî pêşwaziya şanda HAK-PARê kir.

Di hevdîtinê de li ser mijarên xurtkirina pêwendiyên partî û rêxistinên li heman parçeyên Kurdistanê û pêve girêdayî xurtkirina têkiliyên hemû bizav û aliyên Kurd li seranserê Kurdistanê hatin nirxandin.

Serokê Gistî yê HAK-PARê Duzgun Kaplan, di hevdîtinê de da zanîn ku wek partî xwedî ew îrade ne ku bi hemû partiyên ku doza neteweyî ji xwe re dikim xem re hevkarî bikin û ji bo derfetên alternatîf yên siyasî bên peyda kirin hewlan didin.

Buroya Çapemeni HAK-PAR
Print