2024-07-27
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Şanda HAK-PARê li Herêma Kurdistanê serdanên partî û rêxistinên Kurd berdewam dike
2024-01-22 11:45


Şanda HAK-PARê ku ji Serokê Giştî Duzgun Kaplan, Cîgirê Serokê Giştî Cîhan Baykara û Cîgirê Serokê Giştî û nûnerê nû yê HAK-PARê yê Hewlêrê Mihemed Şîrîn Tîmûr pêkhatiye îro di 22ê Rêbendanê de, li Hewlêrê serdana ENKSê kir.

Di hevdîtinê de Serokê Gistî yê HAK-PARê Duzgun Kaplan balê kişand ku li Cîhanê 2 xet hene, xeta Rojavayî û Rojhilatî, li Rojhilata navîn 2 xet hene; xeta Şia û xeta Sûnî, di siyaseta Kurdan de jî 2 xet hene; Xeta ku mafên Kurdan dixwaze û diparêze û xeta din jî li dijî daxwaz û destkeftîyên Kurdan tevdigere.

Kaplan da zanîn ku xurtkirina pêwendiyên xeta netewî gîring e û divê van pêwendiyan zêdetir bibin bên bipêşxistin.

Di Hevdîtinê de, nûnerê ENKSê yê Hewlêrê Salîh Cemîl jî behsa ezmuna ENKSê kir û dilxweşiya xwe ji serdanê anî ziman.

Herdû aliyan li ser rewşa dawîn a bakurê Kurdistanê û rojavayê Kurdistanê hevdû agahdar kirin. Disa tekez kirin ku berdewam di nav pêwendiyên baş de berdewam dimînin.

Buroya Çapemenî HAK-PAR

Print