2024-07-27
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Şanda HAK-PARê serdana Endamê Serkirdayetîya PDKê Dr. Salar Osman kir
2024-01-22 16:11


Serokê Gistî yê HAK-PARê Düzgün Kaplan, Cîgirê Serokê Giştî Cîhan Baykara û nûnerê nû yê Hewlêrê Mihemed Şîrîn Tîmûr serdana Berpirsê Rewşembîrî û Medyayî yê Partî Demokratî Kurdistan (PDK) û Endamê Serkirdayetîya PDKê Dr. Salar Osman kirin.

Di hevdîtinê de Duzgun Kaplan balê kişand girîngiya destkeftîyên Herêma Kurdistanê û parastina wan destkeftiyan.

Salar Osman jî kêfxweşîya xwe ji pêşwazîya Serokê Giştî yê HAK-PARê û şandê ragihand û da zanîn ku ew her tim amadene ku hevkarî û piştgiriya xebatên neteweyî yên HAK-PARê bikin.22.01.2024

Buroya Çapemenî HAK-PAR

Print