2024-07-27
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Şanda HAK-PARê li Hewlêrê sersaxî da malbata Dizayî
2024-01-22 16:14


Serokê Gistî yê HAK-PARê Düzgün Kaplan, Cîgirê Serokê Giştî Cîhan Baykara û nûnerê HAK-PARê yê Hewlêrê Mihemed Şîrîn Tîmûr, serdana ciyê teziya Pêşrew Dizayî kirin.

Düzgün Kaplan da zanîn ku di şexsê malabata Dizayî de, Kurd û Kurdistan hatiye armanc kirin û êşa wan wek êşa xwe pênase kir. Kaplan sersaxî li malbatê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê, serokatîya Herêma Kurdistanê û hemû gelê Kurdistanê kir.

Di teziyê de, Wezîrê Karên Derve yê Herêma Kurdistanê Sefîn Dizayî ku pismamê Pêşrew Dizayî yê ku di êrîşa hovane ya Îranê de, hatibû şehidkirin, birayê wî yê mezin Ebdullah Dizayî û malbata wî, ji bo sersaxî sipasîya şandê kirin. 22.01.2024

Büroya Çapemenî HAK-PAR
Print