2024-07-27
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Serokê Giştî yê HAK-PARê Düzgün Kaplan li Hewlêrê beşdarî bernameyeke Kurd kanalê bû
2024-01-23 18:59


Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan HAK-PARê Düzgün Kaplan li Hewlêrê beşdarî bernameyeke Kurd kanalê bû.

Kaplan li ser rewşa siyaseta Kurdistanê û bi taybet bakurê Kurdistanê boçûnên partiya xwe ragihand û bersiva pirsên pêşkêşvanê bernamê Nureddîn Sofîdaze da.

Di bernameyê de, Düzgün Kaplan, êrîşên dawî yên Îranê ku li Herêma Kurdistanê tên kirin şermezar kir û hilbijartinên herêmî yên li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê nirxand.

Beriya bernameyê, Nureddîn Sofîzade û Endamê Rêberiya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê Kerîm Perwîzî pêşwaziya şanda HAK-PARê kir. 23.01.2024

Bûroya Çapemenî HAK-PAR

Print