2024-07-27
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
HAK-PARê li Hewlêrê serdana Şoreşgerî û Zehmetkêşan a Kurdistan a Îranê kir
2024-01-25 12:48


Şanda Partiya Maf û Azadiyan HAK-PARê li Hewlêrê serdana Şoreşgerî û Zehmetkêşan a Kurdistan a Îranê kir

Şanda HAK-PARê ku ji Serokê Giştî yê HAK-PARê Duzgun Kaplan, Cîgirê Serokê Giştî Cîhan Baykara û Cîgirê Serokê Giştî û nûnerê HAK-PARê yê Hewlêrê Mihemed Şîrîn Tîmûr pêkhatiye, li Ofisa Komelaya Zehmetkêşan, ji aliyê Endamê Lîjneya Rêvebirîya Komelaya Şoreşger û Zehmetkêşan a Îranê Ebdullah Azarbarî û rêvebirên wê partiyê ve hat pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de Serokê Gistî yê HAK-PARê Duzgun Kaplan û Rêvebirên Komeleya Zehmetkêşan li ser rewşa Kurdistanê, Rojhilata Navîn û pêşketinên dawî danûsitendinan kirin.

Endemê Lijneya Zehmetkêşan Ebdullah Azarbar kêfxweşîya xwe ji bo serdana HAK-PARê diyar kir û balê kişand li ser girîngiya berdewamîya pêwendiyên herdû aliyan.

Serokê Giştî yê HAK-PARê Duzgun Kaplan jî li ser rewşa siyaseta Bakûr û polîqayên HAK-PARê agahî da û van hevdîtinan girîng nirxand.

Bûroya Çapemenî HAK-PAR
Print