2024-07-27
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Banga Serokê HAK-PARê Düzgün Kaplan; Rêfên me ji hemû welatparêzên dilpak re vekirîne
2024-02-01 13:42


Yek ji wan partiyan ku mafê beşdarbûna hilbijartinan heye HAK-PAR e.

Em bi biryar in ku li hemû parêzgehan beşdarî hilbijartinan bibin û bijardeyek pak û welatparêz pêşkêşî gelê xwe bikin.

Me hemû amadekariyên xwe qedandine. Lebê;

Beriya diyarkirina namzetên xwe em careke din bang li welatparêzên Kurd ên dilpak dikin ku destwerdana pêvajoya hilbijartinên herêmî yên 2024’an bikin.

Werin em bi hev re mudaxeleyî pêvajoyê bikin.

Werin em gelê xwe bi destê partiyên kolonyalîst ve bernedin.

Werin em rê nedin kesên ku di bin navê Tirkîyeyîbûnê de dixwazin gelê me bi partiyên nijadperest ên dij-kurd ve girêbidin û xizmeta entegrasyonê dikin.

Em bêjin bese ji partiyên ku hebûna xwe li ser dijmintaya kurdan û şîdetê dimeşînin.

Werin em hemû bi hev re daxwazên rewa yên gelê xwe li meydanan biqîrin.

Werin em îro hîmê yekîtiya netewî ya demokratîk deynin.

Werin em bi bi îrada xwe, bi destê xwe bajarên xwe bi rêve bibin.

Em amade ne ku destên xwe bidin hev û bi hev re tevbigerin.

Rêfên HAK-PARê ji hemû welatparêzên dilpak re vekirîne.
01.02.2024

Print