2024-06-13
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
QASIM BEGÊ GONÎGÊ
2024-02-15 21:50
Qasim begê lawê Reşîd efendî
Xwe zarok bû ji bav ma sêwî
Dayika Xezal te bû xwedî
Tu jî gelê xwe ra bûyî hêvî

Tu bûyî hêvîya me hemûyan
Dengek dabû deşt û çîyan
Nola rengên gul gulîstan
Ji wê xweştir nabe jîyan

Xalo diket çîya û deştan
Lê dinêrî ji gul û kulîlkan
Wî çêdikir qevdê gulan
Û bîhn dikir mîsk û rêhan

Qelqebazar deştek dûze
Hozên kêrîyan tê da diçêre
Rewşa xalo gelek xweşe
Suwarê kumêta kapreşe

Ev suwar hespê digerîne
Di deştê da dajo û dibezîne
Gul û nêrgizan dicivîne
Ew şopa suwar pir girane

Suwaro, suwaro, suwarê hespan
Rewşa kumêt xemil û xişlan
Kumêt meşîya deşt û zozan
Suwar li xal bû gula çîyan

Avên Çewlîgê gelek sarin
Mêrg û şênîyên Şerevdîn
Deşt û zozan tev xemilîn
Gonîg tevda bûye rengîn

Çîyayê Çewlîg hevraz û berware
Têlika serî kox zinare
Şerevdîn rawestok ware
Çavreşî enişk û pale

Gonîg jixwe zozanek xweşe
Koçer û êl têda dimeşe
Çît û perde konê reşe
Jiyan têda gelek xweşe

Ev Gonîga rind û xweşe
Zulim û zehmet têda dimeşe
Ev qedera kor a reşe
Gonîg berda pir nexweşe

Xalê Qasim pir derya bû
Di cîvatan da bi pêk bû
Ew gul bîhna Gonîgê bû
Sumbil, nêrgiz û rêhan bû

Xalo ji gulan gula sor û zer bû
Ser rûmetê eslê xwe bû
Hebûna Xalo pir hêja bû
Jixwe nav gel da pir nîşan bû

Doktor Xetîp xwe hişyar kir
Li ser dozê kolîn çêkir
Ji bona serxwebûnê xebat çêkir
Zordaran ji doktor serî rakir

Wan zordaran zulim çêkir
Li Amedê neyarî kir
Wekî hovan doktor xar kir
Jiyana Xetîp tev xirab kir

Doktor Xetîp parêzvan bû
Ew bixwe benda eslê xwe bû
Bav û kalê xwe bi nas bû
Lewra ji dozê re hişyar bû

Axîna Xalo ji dil dihat
Rewşa Xetîp ku dil dipat
Axa mesîlê ser da hat
Pêt û dûxanan dil dipat

Jîyana Xalo li çîya û zozan
Gul û nêrgizan koz vedan
Gonîg veda rengê gulan
Jîyan çêbûn ji axa dîlan

Xalê Qasim dewlemend bû
Li pêy doza eslê xwe bû
Xalo ji dozê re pir mahîr bû
Lewra Xalo serbilind bû

Xalo rewşebîrek ji xwe şîyar bû
Dîrokvan û memoste bû
Hunermend û nivîskar bû
Jixwe nav gel da serbilind bû

Xalê Qasim pir xuya bû
Xalo ji kewan kew ribat bû
Memostekî weka bilbil bû
Hunermend û agahdar bû

Xalo yek bû xwe şîyar bû
Ser dinyê da Xalo derya bû
Kolîndarek pêşvekar bû
Merivên zana dizanin Xalo çi bû

Gelek axa te bûm xmgîn
Heval û hogir bûn dilbirîn
Wan bi xwe ra dil hilkirin
Pê doza Xalo şîn kirin

Xalo ronîya çavên min bû
Li ber axa dilê min bû
Ez bi hebûna te şa dibûm
Ez hezkirina dlê te bûm

Bi hebûna te pir cîwan bûm
Şiyarbûn ji te ez jîyan bûm
Te dinêrim pêvekar bûm
Bi gotinên te hişyar dibûm

Me ji parê da şêwir dikir
Min û te hevra cîvat çêdikir
Kolînên xwe parve dikir
Ser başûrê pêşva dibir

Xalo xwezil ez û te bûm
Kolînên me bi hevra dibûn
Em hêvîya doza Berzanî bûn
Xalo ji te eyan be ew azad bûn

Başûr azadî hildane
Serxwebûnê ra rê vedane
Ev axîna me hemîyane
Eyan li Xalo şahî û mizgîne

Li Gonîgê ez digerim
Bi çavên xwe pir dinêrim
Gelek kes û nas dibînim
Melûl mame Xalo nabînim

Ser axa Xalo dimeşim
Heta cîhanê ez xweşbim
Li dozê re xwe bi pêşim
Xwarzê Qasimê dil bi êşim

Ez Simkoyê Sercanî me
Benda dozê Xalê xwe me
Xem nakşîne xwarzê te me
Jîyana xwe da pêşvekar me

Xwendevanên delal ev helbesta jorîn ya rehmetîyê bavê min Îsmaîl Aydin e û ji bona xwendinê ji we ra neşir dikim. Heyanê careka dinê bimînin di nav xweşî û aramîyê de.

Print