2024-07-27
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Weke HAK-PAR em soz didin ku bi feraseta ‘Şaredariya welatparêz’ di qada rêveberiyên herêmî de xebateke mînak bidin meşandin
2024-02-22 19:26


Gelê me yê hêja;
Weke HAK-PAR em soz didin ku bi feraseta ‘Şaredariya welatparêz’ di qada rêveberiyên herêmî de xebateke mînak bidin meşandin.

Em di wê baweriyê de ne ku di dîtina çareseriya pirsgirêkên herêmî de rola bingehîn a rêveberiyên herêmî be. Divê meclîsên herêmî mîna parlamentoya herêmî kar bikin.
Xizmetên wek perwerde, tenduristî û ewlekariya herêmî divê ji aliyê rêveberiyên herêmî ve bên dayîn. Divê walî qeymeqam, û midûrên polîsan jî weke şaredaran ji aliyê gelê herêmê ve bên hilbijartin. Em wek HAK-PAR dê ji bo pêkanîna sîstemeke wiha ya rêveberiya herêmî bixebitin.

Em ê ziman, çand, dîrok û nirxên xwe yên netewî biparêzin.

Em ê polîtîkayek bajarvaniyê ya nûjen, plansazkirî, paqij, hawirdorparêz, li ser bingeha mirovî, jîyanbar bişopînin.

Em ê nehêlin ku mîmariya bajaran serûbin bibe û bê betonkirin. Ji bo xisara ku heta niha di vî warî de çêbûye sererastkirinan bikin, em ê xebatên sîstematîk, plankirî bimeşînin.

Em ê projeyên orîjînal pêş bixin da ku her kes, nemaze malbatên xizan, bibin xwediyê xaniyên li dijî erdhejê.

Em ê girîngiyeke taybet bidin parastina hewzên avê û dabînkirina ava paqij û erzan li bajarê xwe.

Em ê ji bo komkirin û vezîvirandina bermayiyan pergalên bi bandor, yên dostên xwezayê ava bikin û pêkanîna ewlehiya xwarinê li pêş bigirin.

Em ê qadên hêşîn biparêzin û firetir bikin. Em ê bajarê xwe bi park û baxçe, seyrangeh, qadên lîstikê ji bo zarokan, qadên werzîşê yên ji bo ciwan û mezinan zêdetir bikin.

Ji bo trafîka rehet em ê girîngiyê bidin xebatên binesaziyê û veguheztina giştî.

Ji bo çalakiyên civakî û çandî em ê hejmareke têra xwe malên welatiyan û navendên çandî ava bikin.

Em ê ji bo parastin û geşepêdana azad a ziman û çandên cihê projeyên resen pêk bînin.

Her wiha em ê xebatên taybet ji bo çareseriya bêkariyê û zêdekirina dahata gelê herêmê bikin. Ji bo vê mebestê em ê çavkaniyên aborî, civakî û çandî û potansiyela geştiyariyê ya bajêr bi plansaziyeke baş veguherînin veberhênanan û piştgiriya çandinî û rêncberiyê bikin.

Em ê ji bo parastina zarok û ciwanan ji tiryak û adetên neyînî yên nebaş, tedbîran bigirin. Em ê ji bo zarok û ciwanên sêwî û feqîr xebatên parastinê, perwerdehî, kar û pîşeyê li dar bixin û malên zarok û ciwanan vekin.

Welatiyên hêja;

Ji partiyên desthilatdar ên nîjadperest, asîmîlasyonîst ku heta roja îro tenê pirsgirêk zêdekirine û ji entegrasiyonîstên ku bi xwîn û şîdetê xwe heyî dikin re bêjin ‘’na !’’

Dengê xwe ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne, da ku tu ew bibe bersiv ji kesên ku bêhurmetiyê li nirxên me yên netewî dikin!

Bila dengê te wan zencîrên ku ziman û çanda me pê hatine girêdan bişkîne!

Bila dengê te bibe beyankirina îradeya me ya ji bo rêvebirina xwe bi xwe û bi destê xwe!

PARTIYA MAF Û AZADIYAN HAK-PAR

Print