2024-03-29
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Li Hewlêrê 9emîn Pêşangeha Pîrtûkan destpêkir
2014-04-02 17:07


Îro, 9emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pîrtûkan, ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ve hate vekirin. Pêşangeh dê 10 roj dom bike.

Dengê Azad/Hewlêr


Pêşangeha ku li jêr çavdêriya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û bi beşdariya 250 navendên weşanxane û rewşenbîrî ku weşanxaneyên Kurdistan, Tirkiyê û gelek welatên Ereb û her wiha amadebûna hejmareke zêdeyê kesayetiyên siyasî û rewşenbîrî û konsol û xelkên biyanî hate vekirin.

Li rêûresma vekirina pêşangehê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî gotarek bi zimanê Erebî ji bo mêhvanan û amadebûyan pêşkêş kir. Serok Barzanî li gotara xwe de ji bilî bi xêrhatina mêhvanan destxweşiyê li birêveber û amadekarên pêşangehê kir û ragihand ev pêşangeh û amadebûna vê hejmara zêdeyê rewşenbîran hêza bawerî û hêviyeke zêdetir bi me dibexşê. Xweşhaliya xwe jî nîşanda ku pêşangeh li gor salên berê pêşketîtir û rêkxistîtir e.

Serok Barzanî li dirêjahiya axaftina xwe de balkişand li ser wê yekê ku rewşenbîrî bingeha binyatnana jiyane û ew gelê çekê çandî li dest de heye dikarê paşaroja xwe ava bike û xweşdiviya xelkê Kurdistanê jî ji bo pertûk û pêşwaziya xelkê Kurdistanê jî li vê pêşangehê bi belgeyek zanî ji bo rêzgirtina wan ya li rewşenbîr û çand û qelem. Serok Barzanî eve jî xisterû ku cihê şanaziyê ye ku azadî taybetî li cem hemû xelkê parastiye û belge jî eweye ku li vê pêşangehê da azadiyekî tevahî heye li çapemeniyê û dûre li çavdêrî û sansorê. Serok Barzanî hewlên navenda El Meda û Fexrî Kerîmî li amadesazî û peywendiya li gel kesayetî û navendên çandî yên ji bo rêkxistina vê pêşangehê bi bilind nirxand.

Pêwîste bê gotin, wekî her sal Weşanxenaye DENG jî bi pîrtûkên curbecur beşdarî vê pêşangehê bûye.


Print