2024-03-29
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
HAK-PARê dengên xwe kirin du qat
2014-04-06 11:16
Ji ser hilbijartina herêmî ya 30yê Adarê-2014 li Tirkîyê hefteyek derbaz bû. Li ser hilbijartinê gelek gengeşî çêbû. Çar partî (AKP,CHP, MHP û BDP) ketin qirika hevdu. Ciyê ku windakirin dibêjin hîle bûye…

Hîn mehan berî hilbijartinê şemateke usa derxistin ku AKP biçe yan bimîne… Wekî pirsa man û nemanê. Xelkê jî gor wê yan li dor AKPê, yan jî li dor partiya mezin li himberî wê kom bû, dengê xwe da du partiyan.

Bi rastî jî di hilbijartinê da wek yên berê vêcar jî gelek hîle çêbû. Kumê Elo li Welo kirin… Di sindoqan da deng winda bûn yan hatin guhartin. Mazbate hatin guhartin, gelek lîstik çêbûn…

Piştî ewqas dizî û talanê dengên Partiya me HAK-PARê ku di qeydên Sazîya Bilind a Hilbijartinê (YSK) da xuya dikin zelal bûn. Gor van qeydan Partiya me 52 hezarî zêdetir deng stendiye.

Di hilbijartina 2009’an da hejmara dengên me 26 hezar bû. (Gor hin çavkaniyan jî 29 hezar). Ango dengên me vêcar du qat zêde bûne. Lê dîsa jî ev encam ne gor dilê me ye.

Lê heval û dostê me baş zanin. Asteng li pêş me pir bûn. Di hilbijartinê da îmkanên me gelek kêm bûn. HAK-PAR wek hin partiyan alîkari nastinê ji xezna dewletê. Têlewîzyon û rojnamên me tunin. Telewîzyonên vî welatî jî, wekî hemûyan li hev kirine, di dema hilbijartinê da sê mahan deriyên xwe ji me ra girtin. Dîsa jî me gor îmkanên xwe yên piçûk kar û xebateke baş kir, em bajar bi bajar gerin, da dengê xwe bigihînin gel.

Dengên partiya me di çend bajaran da usa ye:



Buroya Çapemin”i ya HAK-PAR (Partiya Maf û Azadiyan)

6 Nîsan 2014
Print