2024-03-29
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Li Berlînê karnavala piştgirîya serxwebûna Kurdistanê
2014-08-22 00:31


BANG

Revenda Kurd a Elmanya
Gelê me yê dilsoz û xemxur û welatparêz
Dem dema SERXWEBÛNÊ ye!

Xwîşk û birayên xweştivî û delal;

Li roja Şembî 23.08.2014, demjimêr 17:00 bi goreyî dema Kurdistanê wê li HEWLÊRÊ Karnevala Serxwebûna Kurdistanê bê dest pêkirin, jibo wê jî Komîta Bilind daxwaziya xwe gehandiye revenda kurd li derveyî welat ku di wê rojê û di wê demê de bi bilindkirina ALA Kurdistanê bêne ser cadeyan û kombûnên girseyî çê bikin.

Me jî weke Însiyatîva Piştgiriya Serxwebûnê li Elmanya ew daxwaz gehand piraniya Komele, Partî û Saziyan daku em lihev bicivin û biryar bidin.

Roja pêncşmebî 20.08.2014 em civiyayîn û me biryar da ku em jî di wê xweşi û şadiyê de beşdar bin.

Biryar:

Piraniya komele û sazî û partîyên Kurdistanî piştgiriyê didin Karnevalê û wê di roja şembî demjimêr 15:00an de liber deriyê Wezareta Karên Derve a Elmanya amade bin.

Em daxwazê ji we yên welatparêzên dûrî welat, xwedî hest û soz û hûnên xemxurên mafên gel,

werin em hemû bi hevra bêjîn:

“Belê ji Serxwebûna welat re!“

Werin em hemû bi hevra ala pîroz bilind bikin û li Berlînê bihejînîn bi banga xwe.

Werin, malbatên xwe, zaroyên pêşerojê, cîran û dostên xwe bînin û bihevra serxwebûnê bixwazin û bi bêjin;

“Bila îro be ne sibe, karesat û xwênrêtin û zilim û zorî bese!

“Em bibin DEWLET û xwedî KURDISTAN a Serbixwe li cîhanê serbilind bijîn!

Werin emê bihevra dengê xwe bikin yek, emê piştgirî bidin HEWLÊRê û hemû kurdên Cîhanê.

Hatin bo hemî KURDANe, ji her bajarekî ku ew bikarin xwe bigehînin Berlînê.

Însiyatîva Piştgiriya Serxwebunê li Elmanya
Print