|
Filma Kurdî ”Kilama dayîka min” li Sarajevo xelat stand |
2014-08-24 14:16 |
|
Derhênerê kurd Erol Mintaş xelata fîlma here baş ya festîvala 2o:mîn ya Sarajevo stand.
Fîlma ”Kilama dayîka min” serpêhatiyeke xembar û bi dilşewat ya pîrejineke kurd e, ku li taxeke Stenbolê bi hesreta vegera gundê xwe dijî. Trajediya bi mîlyonan gelê kurd ku di salên 90-î de ketibû navbera du agiran û ji neçariyê welatê kalûbavan terk kirîye dewam dike. Li ser jiyana koçberî û xerîbîya kurdan li metropolên tirkan berhemên hunerî û çandî roj bi roj zêdetir dibin. Di saya van xebatan de rewşa sîyasî, çandî ya kurdan bêtir dikevin ber bala cîhanê.
Wek tê zanîn fîlmeke derhêner Erol Mintaş a din jî “Bûtîmar û Berf” bû ku xelat standibû.
|
|
|
|