2024-03-29
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Komelên Kurd li Kopenhagenê beşdarî Festîvala Navnetewî bûn
2014-08-24 22:19


Yilmaz Yildiz / Kopenhag

Duh di 23.08.2014’an de li bajarê Kopenhagenê dîsan festîvala navnetewî hebû. Festîval di bin navê ”Smag Verden” (Cihanê tahm bike) de hat lidarxistin. Ev bi salaye ku Şaredarîya Bajarê Mezin a Kopenhagenê vê festîvala navnetewî lidardixê, ku tê de bi dehan komel û xwaringehên bîyanî beşdar dibin. Îsal jî dîsan zêdeyî 60 komel û xwaringehên bîyanî, ku navnîşana wan li bajarê Kopenhagenê ye di festîvalê de beşdar bûn û xwarin û çand û kultûra xwe pêşkêşî nîştecîyên bajêr kirin.

Îsal 5 komelên kurdî li gel hev bi du çadiran beşdarî festîvalê bûn. Komelên ku beşdar bûn ev bûn: KOMKAR-DK, Însîyatîfa Kurd li Danîmark, Komela Kultûrî a Kurdên Sûrîyê, Komela Afretanî Kurdistan û Komela Kultûrî a Êzîdîyan li Danîmark.

Hemû komelan li gel hev çand û kultûra kurdî dan nasandan û li ser kar û xebatên xwe agahdarî dan xelkê, lê îsal armanca hebûna kurdan li wir a sereke tenê agahdarî li ser rewşa Başûrê Kurdistanê bû û xasima jî rewşa Şingalê.

Hemû komelan li ser rewşa koçberên Kurdên Êzîdî li Herêma Kurdistanê û komkujîya ku ji alîya DAIŞ’ê ve hatî serê Civaka Êzîdî li Şingalê rawestihan, alîkarî kom kirin û di derheqê vê karêsata hovane de belavok belav kirin û agahdarî dan xelkê. Herweha jî li ser rewşa Kurdistanê û daxwaza serxwebûna Kurdistanê agahdarî hatin dayin.

Festîvalê îsal tenê rojekê dewam kir û di nava rojekê de gelek kurd û nas û dostan çadira kurdan zîyaret kirin û piştgirîya xwe dan nîşandan.

Hêjayî gotinêye ku kurdên li Danîmark teva di vê demê de ketine nava tevgerê û ji bo Êzîdîyên Şingalê alîkarîyê kom dikin.



Print