|
Wezîrê Derva yê Norveçê: Em mecbûr in pêşî li barbaran bigrin |
2014-08-27 16:16 |
|
Wezîrê Derva yê Norveçê Borge Brende seredana Hewlêrê û kampên penaberan kir. Wî bilî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, serokwezîr û wezîrê karên hundir jî ziyaret kir.
Serok Mesûd Barzanî got; Em spasdar in ji bo ku Norveçê di têkoşîna me ya li dijî DAÎŞ de piştgirîya me dike û angaje dibe ji bo alîkariya mirovî ji gelê Kurd re .
Piştî van hevdîdinan Brende li kampên penaberan rû bi rû bi wan ra dayîn û standin kir, rewşa wan bi çavên xwe dît.
Wezîr got: “Di televizyonê de bihîstin û temaşekirin tiştek e, lê hatin û dîtina mirovên ku afat bi ser wan de hatî li vir tiştekî din e” . Brende seredana rêxistinên alîkariya mirovî yên FN û wek Xaça sor a Norveçê jî kir.
Wezîr behs kir ku Norveçê heta niha 175 mîlyon kronê Norveçê alîkarî daye Kurdistanê û beşên din ên Iraqê.
(çavkanî: VG Nyheter)
|
|
|
|