2024-05-08
Skip Navigation Links
Destpêk/Anasayfa
Pêwendî/İlişki
Lînk
Skip Navigation Links
Video
Album
Arşîv
 
Namzetê serbixwe ê HAK-PARê Fehmî Atmaca di mîtînga AGİRÎ da bangî gel kir
2018-06-22 11:46


Berendamê wekîltîya gel ê serbixwe ji partîya Maf û Azadîyan HAK-PARê li bajarê Agirîyê Fehmî Atmaca roja 19ê Hezîranê li navenda bajêr mîtîngek pêkanî. Di Mîtînga Atmaca da ku bi alîkarîya HAK-PARê hatibû amadekirin, gelek kes beşdar bûn û eleqeyeke germ nîşandan.

Di mîtîngê da herweha cîgirê serokê giştî Latif Epözdemir û endamê meclîsa partîyê Haluk Öztürk jî beşdar bûn.



Mîtînga Fehmî Atmaca bi axaftina cîgirê Serokê Giştî Letîf Epözdemir destpêkir. Epözdemir di axaftina xwe de dîtin û pêşniyazên bingehîn ên HAK-Parê yên li ser çareseriya pirs Kurd anî zimên. Dûra Namzetê serbixwe yê Agirîyê Fehmî Atmaca dest bi axaftina xwe kir.

Atmaca di destpêka axaftina xwe de got; ‘’Gelî guhdaran, gelî dost û hevalan, hûn hemû bi xêr û xwaşî hatine, hûn her hebin. Hewce nake ez xwe bidim naskirin, pir hindik hûn min nas dikin. Ez dixwazim ji we ra behsa partîya xwe bikim. Ev partî çi ye? ji boy çi heye? Çimkî derheq partîya me HAK-PARÊ da gotinên nebaş dibêjin, gotinên ne rast dibêjin. Hinek dibêjin Partîya Maf û Azadîyan / HAK-PAR bi destê AKPê, bi destê Erdoğan hatîye avakirin. Ev dereweke mezin e, dereweke bi qasî çîyayê Agirî mezin e. Wexta ku partîya me hebû, ne AKP, ne jî Erdoğan hebûn. Koka partîya me digîje Selaheddînê Eyûbî, koka wê digîje Mella Mistefayê Barzanî, koka wê digîje Seyîd Riza, koka wê digîje Şêx Seîd, digîje Xalid Begê Cibrî, digîje Seidê Nûrsî/kurdî, digîje Îhsan Nûrî Paşa, digîje Qazî Muhemed, digîje Ferzende Begê, digîje Xalis Begê, digîje Şêx Zahir, digîje Nadir Begê, digîje Reşoyê Silo û gelek navdar û qehremanên din ên dîroka me. Yanî gelek qehreman û navdarên din hene, em navê wan hemûyan bêjin heta êvarê xilas nabe.

Wexta me doza azadîyê dimeşand, Apo li Diyarbekirê kadastro memûrî bû. Propaganda ku partîya me bi destê AKP û Erdoğan hatîye avakirin, tenê îftirayeke bê bingeh û dereweke e’’

‘’Hinek jî dibêjin ‘’hûn oyên kurdan bölmiş dikin’’, (yanî hûn reyên kurdan perçe dikin)’’. Ev jî ne rast e. De ka tu jî bêje ez partîyeke kurda me, ez jî li vê dîroka han xwedî derdikevim, ez jî qîmet û sembolên milletê Kurd ra rêz digrim, hingê em ê jî qebûl bikin ku hûn partîya Kurdan e. Lê tiştekî usa tune. Em dixwazin reyên (dengên) kurdan kom bikin, ne ku reyên hinekên din‘’bölmîş’’ bikin.’

Gelê Agirî yê rûmet bilind;

Hûn dengên xwe didin wan, ew jî diçin bi dengên we çepên tirk dişînın meclîsê, ew jî ciwanên me dişînin nav şîdet û pevçûnê.’’

Atmaca li ser siyaseta dewleta tirk ya derbarî welat de bi giştî û derbarî herêma Agirî da bi taybetî qisekir. Li ser neheqî û zordestîya sazûmana wan gelek nimûne pêşda anîn. Di berdewamîya axaftina xwe de behsa pirsa biratîya gelê Kurd û gelê Tirk kir û got:

‘’Dibêjin em bira ne. Ka em çawa bira ne?! Hûn zimanê me qedexe dikin, nahêlin em zarokên xwe bi zimanê dayîka xwe bidin xwendin, hûn welatê me bi zanebûn feqîr û paşdamayî dihêlin, dixwazin me mecbûrî întegrasyonê bikin, me bihelînin û tune bikin.

Gelî xelkê Agirîyê bi rûmet, ne dewlet ne jî wekîlên ku we heta niha hilbijartine guh nadin daxwaz û hewcedarîyên we û herêma me.

Hûn jî baş dizanin sebebê feqîrîya Agirî, ji kurdbûna me ye. Li vir ne sanayî heye, ne çandinîyeke hevçax heye. Heywancîtî kuştine. Zozanên me heta nuha jî girtîne. Ciwanên me bê îş û kar in. Werin ji vê neheqîyê ra êdî bêjin bes e! Ne ji dewletê bitirsin, ne ji zulma wê bitirsin, ne ji polêsên dewletê bitirsin. Ne jî ji wan ên ku zarokên me dişînê çîyê, dişînin nav hendekan û ji bo hedefên xwe didin telefkirin, bitirsin. Ji bo seknandina şîdetê dengê xwe bilind bikin.’’

Biratîya rasteqîn ew e, dema Tirk û Kurd bi qasî hev xwedî maf û azadîyan bin. Partîya me HAK-PAR vê biratîyê di sîstemeke federal da mumkun dibîne. Lê ewana jî dibêjin hûn birayên bê par in, û weha dewam bikin.’’

Eger gelê me wekitîya xwe bide me, em ê Kurdistanê ji qadbûna şer û şîdetê derxin, şerê xwe bi rîya demokratîk, li meclîsê bikin.’’

Mîtîga Agirîyê bi xweşî û aramî encamda.



Print