|
VEBÛNA ÇANDA NAVENDÎ Dİ 9’Ê SİBATÊ DA |
2019-01-17 16:42 |
|
Wakfa Riya Azadi ji bo amadekirina navendeke çandî li Diyarbekrê haziriya xwe didomîne. Ew ciyê ku li taxa Ofisê hatibû kirîn, beşekî wê ji bo vî karî hate rêzkirin, ku kitêbxaneyek û salona konferansê jî di nav da ye. Vebûna wê di 9’ê Sibatê da ye (9.2.2019).
Di dema vebûnê da guhdar di derheqa armanc û kar-xebata Wakfê û Navenda Çandî da wê bêne agahdarkirin û piştre Serokê Wakfê Kemal Burkay pirtûkên xwe wê îmza bike.
Civîna vebûnê di saet 14.00 da dest pê dike. Hemû heval û hogir û kesên ku ji karekî usa kêfxweş dibin, bila keremkin werin. |
|
|
|