Xwendin û danasîna pirtûkan
FettahTimar

Komela Piştgirîya HAK-PAR-Almanya û komela „Hevaltiya Cîvata Alman û Kurdan“ bi navê, Gesellschaft für deutsch-kurdische Freundschaft e.V.-HEVALTÎ, li bajarê Bottropê dest bi bernameke xwendinê kir. Cara ewilîn jî bi nivîskar, sîyasetmedar her usa jî rewşenbîrê kurd, berêz Yilmaz Çamlıbêl va dest pê kir. Rêveberiya civînê mamoste FettahTimar kir.

Armanca vê xwendinê ew bû, ku em di vê pêvajoya hanê da dîroka Kurdan û leyistikên ku ser kurdan têne ajotin carek di li ber cavan raxin. Taybetî jî bi serhildana Agirîyê va ji ber ku taybetiyeke wê serhildanê heye.

Yilmaz Çamlıbel ew taybetiya, berê ji herdu rûpelên pirtûka xwe va raxiste berçavan. Deyş û zozan, gelî û gavan, etega çîyayê Gilîdaxê her usa gul û sosin, lale û nêrgizên, karxezalan xwe zaya etegên Agiriyê tevî temamya bedewîya wê herêmê gîhand ber guhên beşdaran. Ji alîyekî va dilgeşî lê belê ji alîyekî da jî xemgînîyekê notilanî ewrekî reş sîya xwe da ser beşdaran, heta bêjî gelekan bi hêsirên çavan va guhdarî dikir.

Ji piştî vê destpêkê, nivîskarê hêja, Yilmaz Çamlibêl, taybetiya serhildana Agiriyê bi rûpela ku di dawîya pirtûkê da hatiye nivîsandin va,raxiste berçavan û ew rûpela ji bo beşdaran xwend û şîrove kir. Li vira jî behsa ordiya kurdan ya bi nîzamî, Ala Komara Agiriyê, gotinên rêberê her usaSerokê Komara Agiriyê, nemir Ihsan Nurî Paşa dibû.

Taybetî jî nesîhetên Ihsan Nûrî Paşa û sedemên şerkirina kurdan û di dawiyê da bala kurdan kişandiye çi, Çamlibel ev beşa jî dîsa ji pirtûkê xwend. Ihsan NûriPaşa di derbarê sedemên şerê Agiriyê çi gotiye û kîjan nesîhet kirine. Gotina here dawî: „BextêRomê tune“. Ev gotina îro jî di cîh da ye.

Çamlibel albuma ku wî wek belgename/ delîl ji bo pirtûka xwe ya bi navê – Glîdax Bêxweyî Nîne- kar anîye da nasîn. Wî hemû wêne nîşanî beşdaran dan û sîrove kirin. Di wê albûmê da, gelekî zelal tê eşkere kirin, ku dewletê hêzeke leşkerî bi hejmareke gelekî mezin tevî top, tank, balafirên şêr şandine ser şervanên kurd û ev şera raste-rast ji aliyê Serokerkan Fevzi Çakmak va hatiye meşandin.

Ji piştî xwendinê û gotara BerêzÇamlibel beşa pirs û bersivan dest pê kir. Di vê beşê da pêvajoya ku Kurdistanê li herçar perçan tê domandin jî hate niqaş kirinê. Di nava pirsan da, ev pirsa jî hate rojevê;

- Gelo di dîrokê da, taybetî jî van şerên azadiyê da serneketina Kurdan ji ku tê?

Gel an rêber sûcdar in?

Çamlibel weha bersiv da: „Cîwateke feodal, eşîratî, olên cuda û gelek sedemên di kurd paşta hîştine. Cîwateke gundî, feqîr û paştamayî, ji nava cîwateke weha jî rêberên modern derneketine. Em nikarin alîyekî tawanbar bikin, sedemê serneketinê gelekin, lê meriv dikare bêje sûcê wan hema wek hev e.“ Lê vê bersivê têra hinekan nekir, gor wan tim û tim rêber sûckar in.

Ji pistî van pirs û bersivan Çamlıbel pirtûkên xwe dane nasîn û ji bo beşdarên ku pirtûk kirîn imze kirin.

Berhemên nivîskar ev in: 1.KervanYürüyor, 2.Gilîdax bêxweyî nîne, 3. Bro, 4.Tew, lolo, 5.Tatlı Belamız.

Ji piştî vê cîvîn hate dawî.

Di civînê da ji sê perçên Kurdistanê beşdar hebûn. Eger em navê çend kesan bidin: Sîyasetmedar MumtazKotan, siyasetmedar Murat Dagdelen, mamoste Cahit Kaplan, Şêx Zedo Baedri, Bekir Üçken, Beyrem, Pir Simo, D. Bro Haso, Tekin Timar, Mustafa Yenigün, KemalYagicibulut, Mustafa Katurman, DiyaKerem û hwd.
17/04/2013 7:46:00 pm
Dengê Kurdistan