PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 
Civîn li ser kitêba Bûbê Eser: “Gardîyan”

Romana Bûbê Eser, “Gardîyan” ku orîjînala xwe Kurdî ye û cara pêşîn di nav weşanên Roja Nû da çap bûbû, vê dawîyê li Atînayê, bi destê weşanxaneyeke Yûnanî û bi zmanê Yûnanî jî çap bû.

Wekî tê zanîn, babeta Gardîyan piştî 12 İlonê li girtîxana Dîyarbekrê ya “Numro 5” derbaz dibe, zulm û tedaya ku li girtîyên kurd hatibû kirin nîşan dide. 

Ji bona vê yekê 26’ê nîsanê Li Stokholm, herêma Solna civînek çêbû. Civîn bi destê Federasyona Grêkî hatibû hazirkirin. Federasyona Kurd û Bîblîyoteka Kurd jî alîkarî jê ra kiribûn.

Qasî 150-200 kesên Kurd, Yûnanî û Swêdî di civînê da amade bûn. Nivîskar Bûbê Eser, Serokê Federasyona Grêkî Komnînos Chaîdeftos, xwedîyê weşanxanê Angelos Sîderatos, Serokê Federasyona Kurd Keya İzol, berpirsîyarê bîblîyoteka Kurd Nedîm Daxdewîren axaftin. Wergerê kitêbê Nazim Yamak jî di civînê da hazir bû.

Axaftina Bûbê Eser, em di rûpelên xwe da dıweşînin.

Di dawîya civînê da xortên Yûnanî folklora welatê xwe nîşan dan.

Roja 27’tan jî civîneke han li bajarê Goteborgê hat çêkirin.

 

  Dengê Kurdistan © 2002