PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 

PÊŞNÎYARÊN LUNDÊ

Li ser Beşdarîya Hûrgelên Netewî
di jîyana Civakî de bi Şiklekî Xurt
û Nîşeyên Agahdarîyê
Wakfa Pêvendîyên Nav-Etnîkî

Îlon 1999

ISBN 90 – 7598905 – 9

Ev rîsale bi destê Wakfa Pêvendîyên Nav-Etnîkî çap bûye. Bi kerema xwe bi serbestî kopî û belav bike, ger tu hewce dibînî. Lê çavkanî divê bê nîşandan.

NAVEROK

Pêşgotin

Pêşnîyarên Lundê

I. Esasên Giştî

II. Beşdarbûn di Karê Biryargirtinê de

A. Tanzîmên di Dereca Hukumeta Merkezî de

B. Hilbijartin

C. Tanzîmên di Dereca Herêmî û Mehelî de

D. Sazîyên Şîret û Şêwirdarîyê

III. Xwemuxtarî

A. Tanzîmên Ne-Erdî (non-territorial)

B. Tanzîmên Erdî (territorial)

IV. Temînat (Garantî)

A. Parêzgerîyên Qanûna Esasî û Yasayî

B. Çareserî

Agahdarîyên Nîşeyî ji bo Pêşnîyarên Lundê...

I. Esasên Giştî

II. Di Biryargirtinê de Beşdarî

A. Tanzîmên di Dereca Hukumeta Merkezî de

B. Hilbijartin

C. Tanzîmên di dereca Herêmî û Mehelî de

D. Sazîyên Şîret û Şêwirdarî

III. Xwemuxtarî

A. Tanzîmên Ne-Erdî

B. Tanzîmên Erdî

IV. Temînat

A. Temînatên Qanûna Esasî û Yasayî

B. Çareserî

PÊŞGOTİN

Rêxistina Parastin û Hevkarîyê li Ewrûpa (RPHE) di biryarên xwe yên Helsinki ya Tîrmeha sala 1992 de miqamê Komîserîya Bilind ya Hûrgelên Netewî saz kir wek haletek ku bikaribe, çiqas ji dest bê, di demeke herî zûtirîn de pêşî li dijayetîyan bigre. Ev biryara hanê, bi taybetî ji ber tesîra rewşa Yugoslavyaya berê bû, ku tirs hebû li cîyên dinê yê Ewrûpa jî tiştên hanê dubare bibin, bi taybetî li wan welatên ku teze derbazî demokrasîyê dibin, û zirarê bidine doza aşitî û serfirazîyê, çawa Serokên Dewlet û Hukumetan di Senedê Parîsê jî bo Ewrûpayeke Nû–Çirîya Paşîn 1990 de fikirîbûn.

Di Çileyê Paşîn sala 1993 de birêz Max van der Stoel cara pêşîn wek Komîserê Bilind ê Hûrgelên Netewî (KBHN) yê RPHE dest bi karê xwe kir. Birêz van der Stoel, di saya tecrubeya xwe ya mezin wek Endamê Berê yê Parlamenê, Wezîrê Derva yê Hollandê, Nûnerê Daîmî yê Hollandê li Milletên Yekbûyî û parêzgerekî mafên mirovî bi salan, bala xwe da ser gelek dijayetîyên di navbera hûrgelan û hukumetên merkezî li Ewrûpa, ku gor raya wî, dikaribûn germ bin. KBHN, bi karanîna rê olaxên dîplomatîk, bi karên dehan welatan mijûl bû, ku di nav wan de Albanîya, Xirwatîstan, Estonya, Macarîstan, Kazakîstan, Kirgizîstan, Latvîya, Makedonya ya Komara Yugoslavya ya Berê, Romanya, Slovakîya û Ukrayîna jî hebûn. Xebata wî berê li ser rewşên hûrgelên etnîk yên han kom bû ku, endamên wan di nava dewletekê de piranî, di nava yê dinê de hindikahî bûn û bona vê yekê, bala hukumetên herdu dewletan jî dikişandin ser xwe û ger nebin sedemê şer û pevçûnan jî, di navbera wan de dijayetîyek peyda dikirin. Bi rastî jî, pirî caran dijayetîyên hanê şikil dane dîroka Ewrûpê.

Helwesta KBHN li himber dijayetîyên hûrgelên netewî, helwesteke serbixwe, bêteref û hevkar e. Ji ber ku KBHN ne dezgeyeke teftîşî ye, ew gor pîvanên (standardên) navnetewî kar dike ku her dewletekî bî çarçuveya wê û şîretên wê re razî bûye. Bi vê wesîlê, gelek mihîm e ku em bînîn bîra xwe, berpirsîyarîyên ku wan dewletên endamê RPHE girtine ser xwe, bi taybetî Dokumentê Kopenhagê ya sala 1990 ya Konferansa li ser Dîmena Mirovî, Beşa IV, ku pîvanên di heqê hûrgelên netewî de yek bi yek bi nav dike. Dîsa, hemû dewletên endamê RPHE bi berpirsîyarîyên Milletên Yekbûyî jî girêdayî ne di heqê mafên mirovî de, ku mafên hûrgelan jî di nav de ye; dîsa piranîya dewletên endamê RPHE tabîyê pîvanên Konseya Ewrûpê ne.

KBHN, piştî xebateke baş ya şeş salan, li gelek welatan ku lê mijûlbû, karibû hin pirs û nakokîyan nas bike ku bala wê kişandibûn û xwe ducar dikirin. Di nava van de pirsên perwerdeyî ya hûrgelan û yên karanîna zimanên hûrgelan hebûn, ku gelek mihîm in, bi taybetî ji bo parastin û pêşvebirina nasnama mensûbên hûrgelên netewî. Ji bo ku ev mafên hûrgelan bikaribin di welatên RPHE de bi şiklekî minasiw bi cî bên, KBHN ji Wakfa Pêvendîyên Nav-Etnîkî –rêxistineke medenî ye ku di sala 1993 de ava bûye da ku kar û xebatên posporî bike ji bo piştgirîya KBHN- daxwaz kir ku du grûbên pisporên serbixwe û naskirî yên di warê navnetewî de bicivîne ku li ser babetê xwe hûr hûr kar bikin û pêşnîyaran hazirkin: Pêşnîyarên Laheyê di Heqê Mafên Perwerdeyî yê Hûrgelên Netewî (1996) û Pêşnîyarên Osloyê di Heqê Mafên Zimanî yê Hûrgelên Netewî (1998). Ev Herdu komê pêşnîyaran jî li dawîyê bûn wek çavkanî ji bo rastkirên sîyaset û hiqûqê li gelek Dewletan. Ev pêşnîyar dikarin bi gelek zimanan bi kar bên, bê berpirsîyarîya Wakfa Pêvendîyên Nav-Etnîkî.

Babeteke dinê ku di gelek rewşan de derdikeve pêş û KBHN pê mijûl dibe ev e: hûrgelên netewî di rêvebirina karê dewletan de bi şiklekî baş çawa beşdar bin? Ji bo gihîştina bîr û rayeke miştêrek li ser vê pirsê ji dîtin û tecrubeyên Dewletên ku di RPHE de beşdar in û ji bo ku rê bidin ev dewlet tecrubeyên xwe bi hevre parve bikin, KBHN û Buroya RPHE ji bo Sazîyên Demokratîk û Mafên Mirovî konferansek civandin ku hemû Dewletên RPHE û sazîyên navnetewî yên eleqeder bi navê “Îdare û Beşdarî: Yekxistina Pirrengî”, ku di Konfederasyona Swîsrê de, li Locarno, ji 18 heya 10ê Çirîya Pêşîn 1988 civîya. Di Beyana Serok de ku li dawîya konferansê derket, babetên civînê bi kurtahî hatin eşkerekirin û daxwazî hat kirin ji bo “kar û xebatên berbiçav-piştî vê, her usa jî hewcedarîya zêdetir ji bo lêkolîn li ser hin naverok û mekanîzmayên îdareya baş, tevî pardarîya hûrgelên netewî bi şiklekî baş, ber bi yekxistina pirrengîyê di nava Dewletê de.” Li dawî, KBHN ji Wakfa Pêvendîyên Nav-Etnîkî xwest ku, tevî Înstîtûya Raoul Wallenberg ya Mafên Mrovî û Hiqûqa Humanîter, grûbekî posporên serbixwe û di warê navnetewî de naskirî bicivîne ji bo ku li ser pêşnîyaran lêkolîn bike û alternatîfan nîşan de, gor pîvanên navnetewî.

Li dawîya vê înîsîyatîfa jorê, Pêşnîyarên Lundê li ser Beşdarîya Hûrgelên Netewî di Jîyana Civakî de bi Şiklekî Xurt - derket holê, bi navê Bajarê Swedî ku pisporan civîna xwe ya dawî lê kirin û pêşnîyar temam kirin. Di navbera pisporan de hiqûqnasên pispor hebûn di vê warê hiqûqa navnetewî de, alimên sîyasî hebûn ku di warê dar û dezgeyên qanûna esasî û sîstema hilbijartinê de pispor bûn û civaknas hebûn ku di warê pirsên hûrgelan de pispor bûn. Bi taybetî, di bin Seroktîya Midûrê Enstîtûya Raoul Wallenberg, Professor Gudmundur Alfredsson de pispor ev kes bûn:

Professor Gudmundur Alfredsson (Îzlandî), Midûrê Înstîtûta Raoul Wallenberg ya Mafên Mirovî û Hiqûqa Humanîter, Zankoya Lund; Pofessor Vernon Bogdanor (Brîtî), Professorê Îdareyê, Zankoya Oxfordê; Professor Vojin Dimitrijevi (Yugoslavî), Midûrê Navenda Belgradê ji bo Mafên Mirovî; Dr. Asbjørn Eide (Nowecî), Doktorê bi Qidem li Înstîtûya Mafên Mirovî ya Norwêcê; Professor Yash Ghai (Kenyayî), Sir YK Pao Professorê Hiqûqa Giştî (Amme), Zankoya Honkongê; Professor Hurst Hannum (Amêrîkanî), Professorê Hiqûqa Navnetewî, Fletcher School ya Hiqûq û Dîplomasîyê, Zankoya Tuftsê; Mr. Peter Harris (Afrîka Başûr), Berpirsîyarê Pêşîn ya Înstîtûya Navnetewî ji bo Demokrasî û Alîkarîya Hilbijartinê; Dr Hans Joachim Heintze (Alman), Midûrê Înstîtûya ya Friedenssicherungbrecht und Humanitäres Völkerrecht, Zankoya Ruhr-Bochum; Professor Ruth Lapidoth (Îsraîlî), Professorê Hiqûqa Navnetewî û Serokê Komîteya Akademîk ya Înstîtûya ji bo Lêkolînên Ewrûpa, Zankoya Îbranî ya Qudsê; Professor Reîn Müllerson (Estonî), Serokê Hiqûqa Navnetewî, King´s College, Zankoya Londonê; Dr. Sarlotta Pufflerova (Slovakî), Midûr, Wakfa Himwelatî û Hûrgelî/Grûbê Mafên Hûrgelî; Professor Steven Ratner (Amerîkanî), Profesorê Hiqûqa Navnetewî, Zankoya Texasê; Dr. Andrew Reynolds (Brîtî), Asîstanê Îdereyê, Zankoya Notre Dame; Mr. Miquel Strubell (Spanî û Brîtî) , Midûrê Înstîtûya Civak û Zimanên Katalanan, Generalitat de Catalunya; Professor Markku Suksî (Fînî), Profesorê Hiqûqa Giştî (Amme), Åbo Akademî Zanko; Professor Danilo Türk (Sloven), Professorê Hiqûqa Navnetewî, Zankoya Ljubljana; Dr. Fernand de Varennes (Kanadî), Mamosteyê bi Qidem ya Hiqûqê û Midûrê Navenda Asya-Pasîfîk ji bo Mafên Mirovan û Pêşîlêgirtina Pevçûnên Etnîk, Zankoya Murdoch; Professor Roman Wieruszewski (Polonî), Midûrê Navenda Mafên Mirovî ya Poznan, Akademîya Zanyarî ya Polonîyê.

Qasî ku pîvanên mafên hûrgelan yên heyî beşekî mafên mirovî ne, di van civînên şêwrê de pisporan berî her tiştî bala xwe dane ser pirsa hanê, gelo, dewlet çiqas berpirsîyarîya xwe bi cî bînin di warê mafên mirovî de bi awayekî giştî, bi taybetî jî, di warê azadîya ji neheqî û cudakarî? Di van civînan de her usa jî hate nîşandan ku, armanca dawî ya hemû mafên mirovî, pêşvebirina kesayetîya mirov e bi şiklekî fireh û azad li ser esasê wekhevîyê. Di dawîyê de hat pêşnîyarkirin ku civaka medeni (sîwîl) divê vekirî be, bi hereket û guhartin be, ango bikaribe herkesî nêzî hev bike, tevî kesên ku mensûbê hûrgelên netewî ne. Tevî vê jî, qasî ku armanca îdareyeke demokratîk û baş xizmeta maf û hewcedarîyên hemû xelkê welat e, ji hemû hukûmetan hate xwestin ku, hewl bidin da ku îmkanên herî baş hazir bikin ji bo beşdarîya kesan di biryardana karên civakî de, ew kesên ku tesîra biryaran li wan dibe.

Meqseda Pêşnîyarên Lundê, wekî pêşnîyarên Lahey û Osloyê yên berî wê, ew bû ku, ji bo dewletan girtina tevdîrên taybetî teşwîq û hêsantir bike ji bona sarkirina dijayetîyan di warê pirsên hûrgelên netewî de û bî vî awayî xizmeta armanca KBHN bike ji bo pêşîlêgirtina şer û pevçûnan. Pêşnîyarên Lundê li ser Beşdarîya Hûrgelên Netewî di Jîyana Civakî de bi Şiklekî Xurt, hewl dide naveroka mafên mirovî û pîvanên dinê bi awayekî giştî, bi zimanekî nîsbeten vekirî zelaltir bike û pêşva bibe, di warê cêbecêkirina wan di rewşên hanê de ku KBHN pê mijûl dibe. Ev pîvan hatine şirovekirin bi taybetî ji bo hemahengî di cêbecêkirina wan de li dewletên vekirî û demokratîk. Pêşnîyarên ku ji 24 heban pêk hatine, di bin çar binenavan de dabeş bûne, wek grûbên esasên giştî , beşdarbûn di biryargirtinê de, xwemuxtarî, û garantîyên ji bo rê û olaxên beşdarbûna di jîyana civakî de bi şiklekî xurt. Pêşnîyarên Lundê bi alîyê naverok li ser du xetên bingehîn rêz dibin: Beşdarbûn bi awayekî giştî di îdarekirina Dewletê de, û xwemuxtarî di karên taybetî yên herêmî yan jî hundurî de. Tanzîmên gelek cuda cuda jî dibin û hene. Di çend pêşnîyaran de alternatîf jî hatine nîşandan. Hemû pêşnîyar divê bêne şirovekirin bi şiklekî hemaheng bi Esasên Giştî yê Beşa 1 re. Di heqê her pêşnîyarekê de îzaheteke berfireh li dawîyê, di “Nîşeya Agahdarîyê” de cî digre, ku tê de pîvanên navnetewî di heqê vê pirsê de wek çavkanî hatine nîşandan.

 

PÊŞNÎYARÊN LUNDÊ Lİ SER BEŞDARÎYA HÛRGELÊN NETEWÎ
Dİ JÎYANA CİVAKÎ DE Bİ ŞİKLEKÎ XURT

I. ESASÊN GİŞTÎ

1) Beşdarîya hûrgelên netewî di jîyana civakî de bi şiklekî xurt, gelek ferz e ji bo civakeke aşitîxwaz û demokrat. Tecrubeyên li Ewrûpa û li cîyên dinê nîşan dide ku, ji bo pêşvebirina beşdarîyeke hanê, hukumet gelek caran hewce dibînin ji bo hurgelên netewî dezgeyên taybetî serrast bikin. Armanca van Pêşnîyaran ev e ku cîgirtina hûrgelan di nava dewletê de bê hêsankirin û hûrgel bibin xwedî îmkan da ku bikaribin nasnama xwe û husûsîyetên xwe biparêzin, bi vî awayî îdara yekitîya dewletê baştir be.

2) Ev pêşnîyar li ser esas û qeydeyên bingehîn ya hiqûqa navnetewî hatine danîn, wek hûrmet ji heysîyet û şerefa mirovan re, mafên wekhev û necudakarî, wek ew tesîrê li ser mafên hûrgelên netewî dikin, beşdarbûna wan di jîyana civakî de û îstîfade kirin ji mafên sîyasî. Berpirsîyarîyeke dewletan ev e ku ji mafên mirovî yên di warê navnetewî de hatine naskirin û ji hukumranîya hiqûqê re hurmet bikin, ku rê dide pêşveçûna civaka medenî bi her awayî, di şertên toleransê, aşitîyê û serfirazîyê de.

3) Kîngê sazîyên taybetî hatin avakirin ji bo îmkana beşdarîya hûrgelan di jîyana civakî de bi şiklekî xurt, ku bi rîya van sazîyan wê bikaribin selahîyetê û berpirsîyarî bi kar bînin, divê ew ji mafên mirovî yên wan hemû kesan re, ku tesîr li wan dike, hurmet bikin.

4) Mirov (kes), tevî nasnama wan wek mensûbên hûrgelê netewî, xwe bi gelek cureyên dinê didine naskirin. Ev kes xwe çawa dibîne, wek endamê hûrgelê, yan piranîyê, yan tiştekî din, biryar ya wî ye û divê bi zorê li ser wî nasname neyê ferzkirin. Her usa jî, divê tu kes ji bo biryara xwe ya di vî warî de, ji bo tercîha xwe û yan jî reda xwe tu zirarê nebîne.

5) Gor van Pêşnîyaran kîngê sazî û rê-olaxên xebatê pêk bên, esas û pêvajo, ev herdu jî gelek mihîm in. Miqamên îdarî û hûrgel divê bidin ser rîya pêvajoyeke şêwrê ya fireh, vekirî û bi berpirsîyarî, da ku bikaribin ji bo bawerîyê rewşeke baş pêk bînin. Divê Dewlet medyaya civakî teşwîq bike ji bo kar û xebata naskirin û fêmkirina ji çanda hevdu , weşanên xwe gor dilê hûrgelan be û bala wan bikişîne.

II. BEŞDARÎ Dİ BİRYARGİRTİNÊ DE

A. Tanzîmên di Dereca Hukumeta Merkezî de

Divê dewlet firsendan hazir bikin, ger hewce be bi rîya dezgeyên taybetî, ji bo hûrgelan, da ku ew xwedî dengekî xurt bin di dereca Hukumeta Merkezî de. Ev, gor hal û merc, tevdîrên hanê ne:

* Temsîla taybetî ji bo hûrgelên netewî, wek nimûne, bi rîya veqetandina çend kursîyan di meclîseke yan jî du meclîsên Parlamenê, yan jî komîteyên parlamenê de; û bi şiklên dinê ku îmkan dide temsîla wan di warê pêvajoya yasaçêkirinê de;

* Bi şiklekî fermî yan jî ne fermî li hevkirin, ji bo veqetandina cî ji bo mensûbên hûrgelên netewî di hukumetê de (wek wezîr), kursîyên li mehkemên bilind yan li Mehkema Qanûna Esasî, yan jî li mehkemên dereca jêrê û miqamên bi rîya tayînê li sazîyên şêwrê û li sazîyên dinê yên dereca bilind;

* Mekanîzmayên hanê bêne serrastkirin li wezaretên eleqeder, ku xizmeta hûrgelan bikin, bî rîya, wek nimûne, personelê ku bi karê hûrgelan mijûl dibe;

* Gavên taybetî ji bo beşdarîya hûrgelan di xizmetên dewletê de, wek pêkanîna xizmetên civakî di zimanê hûrgela netewî de.

B. Hilbijartin

7) Tecrubeyên li Ewrûpê û li cîyên dinê nîşan dide ku pêvajoya hilbijartinê gelek mihîm e ji bo hêsankirina beşdarîya hûrgelan di warê sîyasî de. Divê dewlet mafê mensûbên hûrgelên netewî garantî bikin bi şiklekî bêcudakarî, di beşdarîya rêvebirina karên civakî de, mafê dengdanê û endametî ji bo xizmetê jî di nav de.

8) Diristkirina damezirandin û kar û xebata partîyên sîyasî, divê gor esasê hiqûqa navnetewî ya azadîya rêxistinî (komelayetî) be. Ev esas, her usa jî rê dide azadîya avakirina partîyên sîyasî li ser bingehê nasnamên civakî, wek yên hanê ku ne ji bo mafên grûbeke taybetî ne.

9) Divê sîstema hilbijartinê temsîl û tesîra hûrgelan hêsantir bike.

* Li cî û herêmên ku hûrgel lê kombûne, yan bi giranî ne, divê bi şiklekî baş rê û îmkan bide temsîla wan.

* Sîstema temsîla nîsbî, ango kîngê para partîyeke sîyasî di hemû dengên netewî de çi ye, para wê ya di kursîyên meclîsên yasayî de jî bi wê nîsbetê be, dikare alîkarîya temsîla hûrgelan bike.

* Hin cureyên dengdanên bi tercîh, ku xwedîyê dengan bikaribin di lîsta hilbijartinê de berendaman bikine rêzê, ev jî dikare temsîla hûrgelan hêsantir bike û pêvendîyên nav grûban baştir bike.

* Ji bo temsîla li parlamenê, şêmûgên nizm di alî hejmar de jî, dikare zêdetir îmkanan bide hûrgelên netewî di warê îdarî de.

10) Divê sînorên cografîk yên mintiqeyên hilbijartinan, temsîla li ser esasê wekhevîyê ji bo hûrgelên netewî hêsantir bikin.

C. Tanzîmên di dereca Herêmî û Mehelî de

11) Divê dewlet tevdîran bistînin ji bo beşdarîya hûrgelên netewî di dereca herêmî û mehelî de baştir bikin, çawa ku li jorê di dereca hukumeta merkezî de hate gotin (parafrafên 6-10). Miqamên herêmî û mehelî, divê bi alîyê sazî (struktur) û usûlên biryargirtinê gelek vekirî bin û misaît bin, da ku rê û îmkan bidin beşdarîya hûrgelan.

D. Sazîyên Şîret û Şêwirdarî

12) Divê dewlet di çarçuveya sazîyên minasiw de sazîyên şîret û şêwirdarîyê ava bikin ji bo ku wek qenalên dan û stendinê (dîyalogê) kar bikin di navbera miqamên îdarî û hûrgelên netewî de. Ev sazîyên hanê her usa jî dikarin hin lîcneyên taybetî dirist bikin ji bo mijûlîya bi pirsên wek mal, erd, perwerdeyî, ziman û çand. Şikl û pêkhatina van sazîyan divê gor meqsed û armanca wan be û bi şiklekî xurt bi maf û daxwazên hûrgelan re mijûl be, bi wan re bide û bistîne.

13) Divê ev sazî û dezge bikaribin pirsan bi cîhetên biryargirtinê re minaqeşe bikin, pêşnîyaran hazir bikin, teklîfên yasayî û yên cureyên dinê bikin, çavnêrîya guhartinan bikin û dîtin û daxwazên xwe bêjin ji bo biryarên îdarî ku rasterast, yan jî bi şiklekî din tesîra xwe li ser hûrgelan dike. Divê miqamên îdarî û hukum, li ser tevdîrên yasayî û îdarî ku hûrgelan eleqeder dikin, her tim bi van sazîyan re bişêwirin, da ku bikaribin pirsên hûrgelan çareser bikin û bawerîyê xurt bikin.

III. XWEMUXTARÎ

14) Beşdarîya hûrgelên netewî di jîyana civakî de, dikare ji bo xwemuxtarî tanzîmên ne-erdî, yan yên erdî, yan jî şiklekî ji herduyan pêkhatî hewce bibîne. Divê Dewlet bi şiklekî makûl îmkanên diravî ji bo tanzîmên han veqetînin.

15) Ji bo serketina tanzîmên han, divê miqamên hukumetê û hurgel, hewcedarîya biryarên merkezî û yekreng bibînin li hin herêman ji bo îdareya miştêrek, li hin herêmên dinê jî feydeya pirrengîyê.

* Karên ku bi piranî bi destê hukumetên merkezî têne kirin, parastina welat, karên derva, koçberî û gumruk, sîyaseta aborî bi şiklekî giştî (makroekonomîk), û karên pereyî (monetarî) ne.

* Karên dinê, yên wek li jêrê hatine rêzkirin, dikarin bi destê hûrgelan yan îdareyên herêmî bi rêve biçin, yan jî bi miqamên merkezî re bêne parvekirin.

*Kar û xizmet dikarin bi şiklekî ne-sîmetrîk bêne parvakirin, gor rewşa hûrgelan di çarçuva eynî dewletê de.

16) Sazîyên xwemuxtarî, çi yên ne-erdî û çi yên erdî, divê li ser esasên demokratîk bêne avakirin da ku bikaribin bi rastî daxwaz û dîtinin xelkê eleqeder nîşandin.

A. Tanzîmên ne-erdî

17) Şiklên îdarî yên ne-erdî baş in ji bo parastin û pêşvebirina nasname û çanda hûrgelên netewî.

18) Pirsên ku gelek hessas in ji bo diristkirinê di vî warî de ev in: perwerdeyî, çand, karanîna zimanê hûrgelê, ol (dîn) û babetên dinê yên gelek mihîm di warê nasname û adet usûlê jîyanê ya hûrgelên netewî de.

* Heqê kesan û grûban e ku navê xwe di zimanê hûrgelê de hilbijêrin û kar bînin û ew nav di warê resmî de bêne naskirin.

* Berpirsîyarîya miqamên resmî divê li ber çavan bê girtin ji bo danîna pîvanên perwerdeyî, sazîyên hûrgelî, ku dikare bernameyên xwendinê hewce bibîne ji bo hînkirina zimanên hûrgelan û ji bo çand, yan jî herduyan.

* Hûrgel dikarin nîşanên (sîmbolên) xwe yên taybetî û yên çanda xwe bi kar bînin.

B. Tanzîmên erdî

19) Di hemû demokrasîyan de karên îdarî têne diristkirin di dereceyên erdî yên cuda de. Tecrubeyên li Ewrûpa û li cîyên dinê nîşan dide ku, derbazkirina hin kar û xizmetên yasayî û îcrayî ji merkezê ber bi herêman tiştekî baş e, tevî ne-merkezîkirina karên îdarî yên hukumeta merkezî û dabeşkirina van karan di navbera daîreyên herêmî û mehelî. Li gor esasê alîkarîkirinê, divê Dewlet neqilkirina hukum ya bi vî cureyî, hin karên taybetî ya xwemuxtarî ji di nav de, bi dil û daxwaz bike, bi taybetî li cîyên ku bi vî awayî îmkanên hûrgelan zêdetir dibe û dikarin pirsên xwe bi destê xwe çareser bikin.

20) Îdareyên minasiw yên mehelî, herêmî û xwemuxtar (otonom), ku gor şertên taybetî yên dîrokî û cografî yên hûrgelên netewî ne, dikarin kar û xebatên gelek baş bikin ji bo çareserkirina pirsên van hûrgelan.

* Hin kar û xizmetên ku îdareyên hanê, di dereca pêşîn de yan bi giranî girtine ser xwe û di heqê de hatine ev in: perwerdeyî, çand, karanîna zimanê hûrgel, parastina dorber, plankirina kar û xizmetên herêmî, dewlemendîyên tabîyî yên ser erdê û bin erdê, pêşveçûna aborî, karên polêzê herêmî (ewlekarîya herêmî), karên mal û xanî, xweşî û xizmetên civakî yên dinê.

* Hin kar û xizmetên ku miqamên merkezî û herêmî  parva dikin ev in: danîna beş û salmeyan, îdareya edaletê, turîzm û neqlîye.

21) Miqamên mehelî, herêmî û xwemuxtar divê ji mafên mirovî yên hemû kesan re hurmet bikin, tevî mafên hûrgelan ku tabîyê hiqûqa wan in.

IV. TEMÎNAT

A. Temînatên Qanûna Esasî û Yasayî

22) Nîzama xwemuxtarî divê bi rîya qanûnê bê danîn û wek usûl divê nebe babetê guhartinê bi rîya qanûn çêkirinê. Pêşvebirina beşdarîya hûrgelan di biryargirtinê de dikare bi rîya qanûnê yan jî bi rêyên din yên minasiw be.

* Nîzamên ku bi rîya hukmên qanûna esasî hatine çêkirin, helbet, ji bo rastkirin û guhartinê jî hewceyî rizaya dereca bilind in ya parlamenê yan jî raya gelêrî.

* Guhartinên di nîzama xwemuxtarî de ku bi rîya qanûnê hatîye danîn, pirî caran, rizaya nîsbeteke mezin ya piranîyê di parlamenê de û rizaya sazîyên xwemuxtar, yan ya sazîyên ku hûrgelan temsîl dikin, yan jî rizaya herduyan dixwaze.

* Bi şiklekî perîyodîk ji ber çav derbazkirina nîzama xwemuxtarî û beşdarîya hûrgelan di biryargirtinê de, dikare firsendên baş bide ji bo biryarên hin guhartinên hewce di ronahîya tecrubeyên heyî û şertên teze de.

23) Divê meriv li ser îmkana diristkirdinên (nîzamên) miweqqet, yan gav bi gav jî bifikire, ku rê dide ji bo tecrubekirin û pêşvebirina şiklên (formên) teze ji bo beşdarîyê. Ev diristkirdinên han dikarin bi rîya yasayî (qanûnçêkirinê) yan bi rê olaxên nefermî, ji bo middetekî bin, bikarin bêne dirêjkirin, bêne guhartin, yan jî bighêne dawî gor serketin û serneketinên wan.

B. Çareserî

24) Ji bo beşdarîya hûrgelên netewî di jîyana civakî de bi şiklekî xurt, divê rê-olaxên (kanalên) şêwrê pêk bên, ji bo pêşî li dijayetîyan bê girtin û li çareserîya nakokîyan bê gerîn, her usa jî, ger hewce be li îmkanê dezgeyên ji bo vî karî, yan jî yên alternatîf bê gerîn. Wek rê-olaxên hanê:

* çareserîya dadî (adlî) ji bo nakokîyan, wek ji ber çav derbazkirina karên yasayî û îdarî bi destê sazîyên dadî (adlî), ku divê Dewlet xwedîyê sazîyên adlî yên serbixwe û bêteref be û mirov bikaribin bi rehetî serî lêxin; û

* tevî dezgeyên din ji bo çareserîya nakokîyan, wek bi hevre rûniştin, delîl komkirin, li hev anîn (navbervanî), bi rîya hakem çareserkirin, ombudsmanek ji bo hûrgelên netewî, û komîsyonên taybetî, ku dikarin wek navend û dezgeyên ji bo çareserîya êş û pirsgirêkan bi kar bên di warê karên îdarî de.

NÎŞEYÊN AGAHDARÎYÊ Jİ BO
PÊŞNÎYARÊN LUNDÊ Lİ SER BEŞDARÎYA HÛRGELÊN NETEWÎ Dİ JÎYANA CİVAKÎ DE Bİ ŞİKLEKÎ XURT

I. ESASÊN GİŞTÎ

1) Him Peymana Milletên Yekbûyî (ji nuha pê de „Peymana MY“) him jî belgeyên (dokument) bingehîn yên KPHE / RPHE, herdu jî ji bo parastin û xurtkirina aşitî û ewleyîyê di warê navnetewî de, bi rîya pêşvebirina pêvendîyên hevaltî û hevkarîyê di navbera Dewletên serbixwe wekî hev de, ku hurmeta mafên mirovî dikin, mafên mensûbên hûrgelên netewî jî di nav de. Bi rastî jî, dîrok nîşan dide ku dema ji mafên mirovî re hurmet nebe, mafên hûrgelan jî di nav de, ev yek dikare aramîyê di nava Dewletê de xirab bike û tesîreke xirab jî li ser pêvendîyên dewletan bike û bi vî awayî aşitî û ewleyîya navnetewî bike xeterê.

Ger em bi esasê VII ya deh-emirê Senedê Dawî ya Helsinki 1975 dest pê bikin, Dewletên beşdarê RPHE bi xurtî li ser pêvendîya bingehîn sekinîn, di navbera hurmeta mafên meşrû yên mensûbên hûrgelên netewî û parastina aşitî û îstîkrarê. Ev pêvendî hatîye ducarkirin di wan belgeyên bingehîn de ku piştre derketine, wek ya 1983 Belgeya Dawî ya Madridê (Esasê 15), ya 1989 Belgeya Dawî ya Viyanê (Esasên 18-19), û ya 1990 Senedê Parisê ji bo Ewrûpayeke Nû, tevî wan jî belgeyên civînên bilind (yên serokwezîr û serokkomaran) ku piştre derketin, wek ya 1992 Dokumentê Helsinki (Parafraf 4, Paragraf 24) û ya 1996 Dokumentê Lizbonê (Beş I, Daxuyanîya Lizbonê li ser Modêleke Miştêrek û Minasiw ya Ewleyîyê ji bo Ewrûpê ji bo Sedsala Bîst û Yek, Paragraf 2). Di dereca Yekitîya Milletan de, pêvendîya parastin û pêşvebirina mafên hûrgelan û parastina aşitî û îstîkrarê hatîye nîşandan, wek nimûne, di destpêka Daxuyanîya MY li ser Mafên Kesan ku Mensûbê Hûrgelên Netewî yan Etnîk, Dînî û Zimanî ne-1992 (Ji nuha pê de „Daxuyanîya MY li ser Hûrgelan“). Tevî vê jî, piştî qebûlkirina Senedê Parisê ji bo Ewrûpayeke Nû, hemû Dewletên beşdarî RPHE soz dan ku îdareyeke demokratîk pêk bînin.

Ji bo mensûbên hûrgelên netewî, ji bo îstîfadekirina ji mafên mirovî bi hemû îmkanan û li ser esasê wekhevîyê, hewce ye ku ew di pêvajoyên biryargirtinê de, bi taybetî ew biryarên ku tesîra xwe li wan dikin, bi şiklekî baş cî bigrin. Herçiqas pêvajoyên demokratîk û rewş bi awayekî baş gor dil û daxwazên hûrgelan be, tecrube her usa jî nîşan dide ku, divê pirî caran tevdîrên taybetî bêne girtin ji bo hêsankirina beşdarîya hûrgelan bi şiklekî baş di biryargirtinê de. Ev pîvanên navnetewî yên jêrê, ji Dewletan dixwaze ku di rewşên usa de karên usa bikin: gor paragrafa 35 ya 1990 Dokumentê Civîna Kopenhagê li ser Dîmena Mirovî (ji nuha pê de „Dokumentê Kopenhagê“), Dewletên beşdarî RPHE „ji mafê mensûbên hûrgelên netewî re dê hurmet bikin, ji bo beşdarîya wan di karên cîvakî de bi şiklekî baş, karên ji bo parastin û pêşvebirina nasnama wan hurgelan jî di nav de“; gor Benda 2, paragraf 2 û 3 ya 1992 Daxuyanîya MY li ser Hûrgelan, “heqê mensûbên hûrgelan heye ku di jîyana civakî de bi şiklekî xurt cî bigrin” û “heqê wan heye ku di biryarên di dereca netewî, li kîderê minasiw be, di dereca herêmî de bi şiklekî xurt beşdar bin, biryarên ku hûrgela wan eleqeder dike, yan ji bo wan herêman e ku ew lê dijîn”; û gor Benda 15 ya 1994 Peymana Çarçuve ji bo Parastina Hûrgelên Netewî (ji nuha pê de “Peymana Çarçuve”) ya Konseya Ewrûpê, Dewletên Teref “dê çi lazim e bikin ji bo beşdarîya mensûbên hûrgelên netewî bi şiklekî baş, di jîyana çandî, civakî û aborî û karên civakî de, yên ku bi taybetî tesîrê li wan dikin.”

Hazirkirina îmkanan ji bo beşdarîyeke xurt, divê beşdarîyeke bi dil û daxwaz bihesibîne. Bi rastî jî, fikra bingehîn ya yekparebûna (entegrasyona) civakî û sîyasî ji pêvajo û berhemên asîmîlasyona bi rîya zorê gelek cudatir e, çawa di benda 5 ya Peymana Çarçuve de tê gotin. Kar û xebatên ji bo mafên meşrû yên mensûbên hûrgelên netewî, tenê bi rîya pêvajoyên bi dilxwazî dikare bibe pêvajoyeke aşitixwaz û berhemên herî baş bide di sîyaset –û hiqûqa- civakî de. Pêvajoyên beşdarîyê yên usa fireh, daxwazên hemû gel bi cî tînin û bi vî awayî xizmeta armanca îdareyeke baş dikin –bi rêsandina hemû mafan di nava qumaşê jîyana civakî de û li dawîyê xurtkirina yekitîya Dewletê. Pîvanên navnetewî ku behsa beşdarîya hûrgelan dikin di jîyana civakî de bi şiklekî xurt, bi giranî li ser rastîya hanê disekinin û dibêjin ku, ew tu heqî qebûl nakin ku rê bide kar û xebatên dijî armanc û esasên Milletên Yekbûyî, RPHE yan jî Konseya Ewrûpê, hukumranîya wekhev, yekitîya erdî û serxwebûna sîyasî ya Dewletan jî di nav de (binêr paragraf 37 ya Dokumentê Kopenhagê, Benda 8(4) ya Daxuyanîya MY li ser Hûrgelan, û destpêka Peymana Çarçuve).

2) Gor ruh û maneyê paragrafa 25 ya Beşa VI ya Dokumentê Helsinki -1992, ev pêşnîyar li ser bingehê wadên hanê ava bûn, qasî ku wan teklîfî Dewletên beşdarî RPHE kirin: „caddeyên firehtir ji bo cêbecêkirina wadên wan ên KPHE, yên di heqê parastin û hazirkirina rê-olaxên ji bo pêşvebirina nasnama etnîkî, çandî, zimanî û dînî ya hûrgelên netewî“.

Benda 1(3) ya Peymana MY dibêje ku yek ji armancên rêxistinê ev e: „Pêkanîna hevkarîya navnetewî ji bo çareserîya pirsgirêkên bi cureyê aborî, civakî, çandî yan jî mirovperwerî (humanîter), û pêşvebirin û teşwîqkirina ji bo hurmeta mafên mirovî û azadîyên bingehîn ji bo herkesî, bê cudakarîyên gor nijad, cins, ziman yan jî dîn“ –ku zêdetir hatîye zelalkirin di Benda 55(c) wek „hurmet û cêbêcêkirina mafên mirovî û azadîyên bingehîn ji bo herkesî, bê cudakarîyên gor nijad, cins, ziman yan jî dîn.“ Peyman li ser bingehê pêvendîya xurt di navbera hurmetkirin ji bo mafên mirovî û aşitî û ewleyîya navnetewî, û qîmeta esasî ya şeref û rûmeta mirovan ku behsa xwe zêdetir hatîye kirin di Benda 1 ya Daxuyanîya Cîhanî ya Mafên Mirovan–1948 û di destpêka Peymana Navnetewî li ser Mafên Medenî û Sîyasî–1966, Peymana Navnetewî li ser Mafên Aborî, Civakî û Çandî–1966, û Peymana Navnetewî li ser Nehiştina Hemû Cureyên Cudakarîya Nijadî –1965. Hemû mirov xwedîyê şeref û rûmet in bi şiklekî wekhev û tevî mafên wekhev yên ku dev jê nayê berdan.

Ev gotina pêşî ya di heqê şeref û rûmeta wekhev û tevî mafên ku dev jê nayê berdan, esasê ne-cudakarîyê ye, wekî hema hema bi alîyê hemû sazîyên mafên mirovî yên navnetewî hatîye gotin, ku di nav de wek balkêş Benda 2 ya Daxuyanîya Cîhanî ya Mafên Mirovan, Benda 2 û 26 ya Peymana Navnetewî li ser Mafên Medenî û Sîyasî, û Benda 2 ya Peymana Navnetewî li ser Mafên Aborî, Civakî û Çandî heye. Benda 1 ya Peymana Navnetewî li ser Nehiştina Hemû Cureyên Cudakarîya Nijadî zelal dike ku ev hukum cudakarîyê qedexe dike li ser bingehê „nesil, yan gor çavkanîya netewî û etnîkî“ jî. Benda 14 ya Peymana Ewrûpê ji bo Parastina Mafên Mirovî û Azadîyên Bingehîn–1950 (ji nuha pê de „Peymana Ewrûpê ya Mafên Mirovî) jî bi şiklekî gelek vekirî dibêje ku, esasê ne-cudakarîyê di warê „eslê netewî û civakî, (yan) mensûbîya bi hûrgeleke netewî“ de jî derbaz dibe, kîngê maf û azadîyên di vê peymanê de hatine garantîkirin eleqeder bike. Bi rastî jî, qanûnên esasî yên piranîya Dewletên beşdarî RPHE cî didin van wad û esasan.

Qasî ku mensûbên hûrgelên netewî xwedî heqê beşdarîyê ne di jîyana civakî de, ew ji vê mafê bi şiklekî bê-cudakarî îstîfade dikin, çawa di paragraf 31 ya Dokumentê Kopenhagê, Benda 4 ya Peymana Çarçuve, û di Benda 4(1) ya Daxuyanîya MY li ser Hûrgelan. Tevî vê jî, gor Benda 4(2) ya Peymana Çarçuve, wekhevîya şeref û rûmetê gor esasê ne-cudakarîyê dibe digihîne „wekhevîyeke bi her awayî rêkûpêk di navbera kesên mensûbê hûrgeleke netewî û yê dinê de ku mensûbê piranîyê ne“. Ji bo vê yekê, divê Dewlet „li kîderê hewce be, tevdîran bistînin ... di hemû warên ...jîyana ... sîyasî“ ji ber ku „divê ew şertên taybetî yên mensûbên hûrgelên netewî baş li ber çavan bigrin.“

Di pêşnîyaran de pêvendîya ku di navbera hurmet ji bo mafên mirovî û pêşvebirina civaka medenî (sîwîl) de hatîye danîn, tê mana hewcedarîya „demokrasîyeke sîyasî ya têkûz“ ku, gor Destpêka Peymana Ewrûpê li ser Mafên Mirovî, edalet û aşitîya li dinyayê bi xurtî eleqeder dike. Dewletên Beşdarî RPHE ev hewcedarîya îdareya demokratîk, hurmeta mafên mirovî jî di nav de, ku bingehê serfirazîyê ye, di Senedê Parisê ji bo Ewrûpayeke Nû de bi xurtî beyan kirin.

3) Dema ku sazîyên taybetî bêne avakirin ji bo cêbêcêkirina beşdarîya hûrgelên netewî di jîyana civakî de bi şiklekî xurt, ev yek divê bi kîsî mafên kesên dinê nebe. Divê mafên mirovî her waxt hurmetê bibînin, ev sazîyên hanê ku selahîyeta xwe ji dewletê distînin, ew jî di vî warî de berpirsîyar in. Gor paragrafa 33 ya Dokumentê Kopenhagê, Kîngê Dewletên beşdar tevdîrên ferz girtin ji bo parastina nasnameya kesên ku mensûbê hûrgelên netewî ne, „Her tevdîreke hanê divê hemaheng be bi esasên wekhevî û ne-cudakarîyê re, bi alîyê mafên hemû welatîyên Dewletên beşdar.“ Dokumentê Kopenhagê, pêde diçe û di paragrafê 38 de wad dike ku „Dewletên Beşdar yên RPHE, divê di kar û xebatên xwe yên ji bo parastin û pêşvebirina mafên mensûbên hûrgelên netewî de, ji wadên xwe re bi her awayî hurmet bikin, gor peymanên mafên mirovî yên heyî û sazîyên navnetewî yên dinê di vî warî de.“ Peymana Çarçuve jî di Benda 20 de usa dibêje: „Di karanîna van maf û azadîyên ku ji esasên di çarçuva vê peymanê de cîgirtine dertên, her kesê ku mensûbê hûrgeleke netewî ye divê ji yasayên netewî û mafên kesên dinê re hurmet bike, bi taybetî ji mafê wan kesan re ku mensûbê piranîyê, yan jî mensûbê hûrgelên netewî yên dinê ne.“ Ev yek bi taybetî di rewşên wek „hûrgelên di nava hûrgelan de“ derbaz dibe, bi taybetî di hal û mercên herêmî (erdî) de (binêr pêşnîyarên 16 û 21 li jêrê). Di çarçuva vê yekê de, her usa, hurmet ji bo mafên mirovî yên jinan re jî cî digre, ku di nav de azadî ji cudakarî heye bi pêvendîya „jîyana sîyasî û civakî ya welat“ wekî di benda 7 ya Peymana li ser Nehiştina Hemû Cureyên Cudakarîyê Dijî Jinan“ hatîye gotin.

4) Esasê hilbijartina nasnama xwe ji bo mensûbên hûrgelên netewî, li ser bingehê çend wadên mihîm avabûye. Paragrafa 32 ya Dokumentê Kopenhagê dibêje ku „Bûna mensubê hûrgelekê, pirsa hilbijartineke ferdî ye û ji bo hilbijartineke hanê divê tu zirar pêk neyê.“ Benda 3(1) ya Peymana Çarçuve jî eynî tiştî dibêje û şert dibîne ku „Her kesê ku mensûbê hûrgela netewî ye, heqê xwe heye ku bi serbestî hilbijêre, gelo ew wek mensûbê hûrgelê miamele bibîne yan na, û divê ji vê hilbijartinê tu zirar pêk neyê yan jî karanîna mafê ku bi vê hilbijartinê ve girêdayî ye.“ Benda 3(2) ya di Daxuyanîya MY li ser Hûrgelan de jî menekî usa heye û dibêje: „ji bo her kesê ku mensûbê hûrgelekê ye, heqê xwe heye ku mafên xwe yên di vê Daxûyanîyê de cîgirtî bi kar bîne, yan neyne, divê ji bo vê yekê tu zirarê nebîne.“

Azadîya kesekî ji bo hilbijartina nasnama xwe, wek hurmeta xwemuxtarî û azadîya ferdî ye û hewce ye. Mirovek dikare bibe xwedîyê çend nasnameyan ku ne tenê jîyana şexsî eleqeder dikin, her usa jî jîyana civakî. Bi rastî jî, di civakên vekirî de bi pirbûna hereketan, kesan û bîr û bawerîyan, gelek kes xwedî çend nasnameyan in ku bi hev re dibin, ne dijî hev in, qat bi qat in (bi şiklekî hîyerarşîk yan jî ne-hîyerarşîk), gelek cure û rengê yekitîyan nîşan didin. Helbet, nasname ne tenê li ser bingehê etnîkî çêbûne, ne jî bi yekreng in di nav grûbekî de; ew dikarin bi alîyê gelek kesên bi reng û dereceyên cuda cuda bêne girtin. Bi tabîyê pirsên taybetî di vî warî de, nasnameyên curbecur dikarin pir yan hindik derkevin pêşîyê, ango balkêş bin. Bi kurtahî, eynî mirov ji ber gelek sebeban dikare xwe bi gelek cureyan bi nav bike, gor xuyakirina nasname û rêza wê yan jî wî. Wek nimûne, Li hin dewletan kesek dikare zimanekî miayyen hilbijêre ji bo tijîkirina formên beş û salmeyan, lê dikare xwe cuda bi nav bike  di civaka herêmî de ji bo sebebeke din.

5) Di çarçuva demokrasîyê de, pêvajoya biryargirtinê mihîm e, qasî biryara ku hatîye girtin. Ji ber ku îdareya baş ne tenê bi destê xelkê ye, lê her usa jî ji bo xelkê ye, ew kesên eleqeder jî divê tim beşdarî vê pêvajoyê bin, divê ev pêvajo vekirî û zelal be ji bo herkesî ji bo dîtin, bîr û ray, û berpirsîyar be li himber wan kesên ku tesîrê li wan dike. Tenê pêvajoyên han dikarin bala xelkê bikişînin û bawerîya wan xurt bikin. Di çarçuveya pêvajoyên berfireh de tiştên wek şêwrê, anketan, referandumê, bi hevre rûniştin (dan û stendin) û heya rizaya taybetî ya wan kesên ku tesîra xwe rasterast li wan dibe, cî digrin. Biryarên ku berhemê pêvajoyên han in, dikarin bên qebûlkirin bi dil û daxwaza xelkê. Di rewşên hanê de ku raya miqamên resmî û yê xelkê ji hev bi şiklekî esasî cuda be, îdareya baş dikare ji terefê sisêyan xizmetê bixwaze, wek alîkarî ji bo serrastkirina rewşa hanê bi şiklekî baş.

Bi taybetî di heqê Hûrgelên netewî de, paragraf 33 ya Dokumentê Kopenhagê ji Dewletên beşdarî RPHE dixwaze ku tevdîran bistînin ji bo “parastina nasnama etnîk, çandî, zimanî û dînî ya hûrgelên netewî li ser erdê wan û hazirkirina îmkanan ji bo pêşvebirina nasnama hanê (...) piştî şêwrên hewce, pêvendî danîn bi rêxistin û komeleyên wan hûrgelan re jî di nav de”. Di Beşa VI, paragraf 26, ya Dokumentê Helsinki de, Dewletên beşdarî RPHE soz dan ku “bi pirsên hûrgelên netewî bi şiklekî baştir mijûl bin, bi rê-olaxên aşitîxwaz û bi rîya dîyalogê di navbera hemû terefên eleqeder de li ser bingehê esas û wadên RPHE”. Di heqê “hemû terefên eleqeder”de, paragraf 30 ya Dokumentê Kopenhagê “rola mihîm ya rêxistinên medenî (sîwîl-ne resmî) –partîyên sîyasî, sendîka, rêxistinên mafên mirovî û grûbên dînî jî di nav de– di xurtkirina toleransê, pirrengîya çandî û çareserîya pirsên hûrgelên netewî de” bi qîmet nîşan dide.

Pêvajoyên berfireh hewcedarîya toleransê ne. Rewşeke civakî û sîyasî bi hurmeta hevdu û wekhevî, hewcedarî temînata qanûnî û her usa jî hînbûnê ye wek ehlaqeke civakî ku bibe malê hemû xelkê welat. Di vî warî de medya xwedî roleke taybetî ye. Benda 6(1) ya Peymana Çarçuve şert dibîne ku “Hemû teref ruhê toleransê û dîyaloga navçandî dê xurt bikin û tevdîrên baş bistînin ji bo pêşvebirina hurmeta hevdu û helwesteke baş û hevkarî di navbera kesên ku li ser erdê wan dijîn, bêyî ku li nasnama etnîk, çandî, zimanî û dînî ya wan kesan binêrin, bi taybetî di warê perwerdegarî, çand û medya de.” Bi taybetî, Dewlet divê karanîna nav û leqebên xirab û nizmkirinê di warê civakî de bide sekinandin û gavan bavêje ji bo pêşîlêgirtina gotinên usa xirab. Ya herî baş ew e ku, nûnerên wê grûbê ku ji tiştên hanê zirarê dibîne, di girtina van tevdîran de beşdar bin ji bo çareserîya pirsgirêkên hanê.

II. BEŞDARÎ Dİ BİRYARGİRTİNÊ DE

A. Tanzîmên di Dereca Hukumeta Merkezî de

6) Paragrafa 1 ya Beşa III ya Rapora Civîna RPHE (Genewrê) ya Pisporan li ser Hûrgelên Netewî, ku li ser bingehê Paragrafa 35 ya Dokumentê Kopenhagê çêbûye, dibêje ku „kîngê di welatan de pirsên ku hûrgelên netewî eleqeder dikin hatine gengeşîkirin, divê ew îmkan bibînin ku tê de bi xwe jî, bi şiklekî xurt cî bigrin... (û) da ku beşdarîya demokratîk (ya bi vî awayî) ya wan kesên ku mensûbê hûrgelên netewî ne, yan jî nûnerên wan di dezgeyên biryargirtinê yan yên şêwrê de, regezekî (unsûrekî) gelek mihîm e di warê beşdarîya karên civakî de bi şiklekî xurt.“ Di Paragrafa 24 ya Beşa VI ya Dokumentê Helsinki de Dewletên beşdarî RPHE wad dikin ku „Di vî warî de kar û xebata xwe xurt bikin, da ku mensubên hûrgelên netewî bikaribin bi serbestî, bi serê xwe yan jî bi tevî yên dinê wek cemahîrî, mafên mirovî û azadîyên xwe yên bingehîn –mafê beşdarîyê bi awayekî xurt, bi hemahengî bi pêvajoyên demokratîk yên biryargirtinan yên her Dewletî jî di nav de– di jîyana sîyasî, aborî, civakî û çandî ya welatên xwe de, tevî beşdarîyeke demokratîk di dezgeyên biryargirtinê û şêwrê de, di dereca netewî, herêmî û mehelî de, her usa, bi rîya partîyên sîyasî, komele û sazîyan.“

Karê beşdarîyê bi du maneyan e, him firsenda alîkarîyeke daîmî ye ji pêvajoya biryargirtinê re, him jî bi mana tesîr û berhemên van alîkarîyan e. Ji bo îdareyeke baş, pirî caran biryarên bi dengê piranîyê têrê nakin. Di çerxa dewletê de gelek şiklên ne-navendî (ademî merkezî) dikarin bi şiklekî baştir eleqe û berpirsîyarîya wan kesên eleqeder bi pêvajoya biryargirtinê re çêbikin, him di dereca Dewletê de him jî di dereceyên bin Dewletê de. Ev yek dikare pêk bê bi gelek rê û olaxan di dewleteke unîter (yekpare) de yan jî di sîstemên federalî û konfederalî de. Temsîla hûrgelan di dezgeyên biryargirtinê de, dikare bi rîya kursîyên tahsîskirî (bi rîya kotayan, terfî û bi tevdîrên dinê) bibe, tevî vê jî, di nava şiklên dinê yê beşdarîyê de temînkirina endametîyên di licneyên eleqeder de heye, bi heqê dengdanê yan jî bê wê. Temsîlkirin di dezgeyên îcrayî, dadî, îdarî û di yên dinê de jî, dikarê bi rê-olaxên wekî van bibe, yan bi şiklekî resmî, yan jî gor adet-usûl. Ji bo cêbecêkirina daxwaz û hewcedarîyên hûrgelan, dezgeyên taybetî jî dikarin avabin. Ji bo karanîna hemû mafên hûrgelan îmkanên baş divên û bo wê jî divê gavên taybetî bêne avêtin di warê xizmetên civakî de, ku di nav de, temînkirina „girtina xizmetên civakî de wekhevî“ jî heye, çawa Benda 5(c) ya Peymana Navnetewî li ser Nehiştina Hemû Cureyên Cudakarîya Nijadî de hatîye beyankirin.

B. Hilbijartin

7) Hukumeta temsîlî bi rîya hilbijartinên serbest, pak û perîyodîk nîşana demokrasîya hemdem e. Armanca bingehîn, bi gotinên Benda 21(3) ya Daxuyanîya Cîhanî ya Mafên Mirovî ev e ku „Îradeya gel dê bibe bingehê desthilatîya hukumetê“. Ev pîvana bingehîn di peymanên cîhanî û Ewrûpî de hatine beyankirin, wek Benda 25 ya Peymana Navnetewî li ser Mafên Medenî û Sîyasî û Benda 3 ya Protokola I wek pêvika (îlaweya) Peymana Ewrûpê li ser Mafên Mirovî. Ji bo Dewletên beşdarî RPHE, Paragraf 5 û 6 ya Dokumentê Kopenhagê dibêje ku „di navbera wan regezên edaletê de, ku ji bo nîşana şeref û mafên wekhev û dev jê nayên berdan, yên hemû mirovan, bi her awayî gelek hewce ne“, „îradeya gel, ku bi rîya hilbijartinên perîyodîk û rast, serbest û pak hatîye nîşandan, bingehê desthilatî û meşrûyî ya hemû hukumetan e“.

Kîngê dewlet dilfireh bin û helwestekî han bigrin ku bikaribin van berpirsîyarîyên xwe cêbecê bikin, divê ew karên xwe bêcudakarî bi cî bînin û xurtkirina temsîlkarîyê, çiqas ji dest bê, ji xwe re bikin armanc. Bi rastî jî, di dereca Milletên Yekbûyî de, Lîcna Mafên Mirovî di Paragraf 12 ya Tefsîra Giştî 25 de li ser Benda 25 (Celseya 57emîn 1996) îzah kir ku „Azadîya bîr û ray (ramanî), civîn çêkirin û rêxistinî şertên zarûrî ne ji bo karanîna mafên dengdanê bi şiklekî baş û divê bi her awayî bêne parastin. (...) Malûmat û materyal ji bo dengdanê divê di zimanê hûrgelan de jî hebin û bi kar bên.“ Tevî vê jî, Paragraf 5 ya Tefsîra Giştî 25 zelal dike ku „Îdareya karên civakî (...) mefhûmeke fireh e ku eleqeya xwe bi karanîna hêza sîyasî heye, bi taybetî karanîna hêzên yasayî (qanûn çêkirinê), îcrayî û îdarî. Ev hemû rewşên îdareya giştî, û çêkirin û rêvebirina sîyasetê di warê navnetewî, netewî, herêmî û mehelî de îhtîwa dike.“

Ji ber ku tu sîstema hilbijartinê ne bêteref e bi alîyê dîtîn û mafên cuda cuda, Dewlet  divê sîstemeke usa qebûl bikin ku rê bide hukumeteke herî minasiw di warê temsîlkirinê de, di rewşa wan yê taybetî de. Ev yek bi taybetî ji bo mensûbên hûrgelên netewî mihîm e, ku ew wekî din bi şiklekî adil temsîl nabin.

8) Wek prensîp, demokrasî divê têkilî karê xelkê nebin wek ew di warê sîyasî de çawa xwe rêz dikin– heya wê derecê ku ew rê-olaxên aşitîxwaz bin û ji mafên kesên dinê re hurmet bikin. Ji xwe, ev pirsa azadîya rêxistinî ye, çawa di gelek sazîyên navnetewî de hatîye beyankirin, wek Benda 20 ya Daxuyanîya Cîhanî ya Mafên Mirovî; Benda 22 ya Peymana Navnetewî li ser Mafên Medenî û Sîyasî; Benda 11 ya Peymana Evrûpê li li ser Mafên Mirovî; û paragrafa 6 ya Dokumentê Kopenhagê. Azadîya rêxistinî her usa jî ji bo mensûbên hûrgelên netewî hatîye garantîkirin, bi paragrafa 32.6 ya Dokumentê Kopenhagê û Benda 7 ya Peymana Çarçuve. Bi taybetî paragrafa 24 ya Beşa VI ya Dokumentê Helsinki ji Dewletên Beşdarî RPHE dixwaze ku “îmkan bidine mensûbên hûrgelên netewî da ku ew bikaribin, bi serê xwe yan jî bi kesên dinê re wek cemahîrî, mafên xwe yên mirovî û azadîyên bingehîn bi serbestî kar bînin, tevî heqê beşdarîyê bir her awayî, (...) di jîyana sîyasî (...) ya welatên xwe (...) bi rîya partîyên sîyasî û komeleyan.”

Kîngê hurmeteke rêkûpêk ji mafên wekhev re û ne-cudakarîyê re, daxwaz û hewcedarîya avakirina partîyên sîyasî li ser bingehên pêvendîyên etnîkî kêm kir yan jî nehişt, hingê, di hin rewşan de partîyên usa cemahîrî dikarin tenê xizmeta temsîleke baş ya mafên taybetî û ya beşdarîyeke xurt bikin. Helbet, partî dikarin li ser bingehên dinê sazbin, wek nimûne, ji bo mafên herêmî. Ya baş ev e ku, partî vekirî bin û bi pirsên etnîkî yên teng jî mijûl bin; bi vî awayî partîyên sereke divê hewl bidin mensûbên hûrgelan bikişînin nav refên xwe, da ku daxwaz û hewcedarîya partîyên etnîkî daxinin. Bona vê yekê, sîstema hilbijartinê dikare mihîm be. Her çi be jî, divê tu partîyê sîyasî yan jî tu rêxistin nijadperestîyê teşwîq neke, ku bi Benda 20 ya Peymana Navnetewî li ser mafên Medenî û Sîyasî û Benda 4 ya Peyman li ser Nehiştina Hemû Cureyên Cudakarîya Nijadî qedexe kirîye.

9) Sîstema hilbijartinê dikare rê bide him hilbijartina parlamenê him jî dezge û sazîyên dinê, tevî hin memûran. Herçiqas mintiqeyên hilbijartinê ji bo yek kesî bin, ev yek dikare ji bo temsîla hûrgelan baş be, gor diristkirina mintiqeyên hilbijartinê û giranîya nifûsa hûrgelan li wan cîyan, temsîla nîsbî dikare vê yekê ji bo hûrgelan garantî bike. Di Dewletên beşdarî RPHE de gelek cureyên temsîla nîsbî bi kar tên, di nav wan de evên jêrê hene: „dengê bi tercîh“, gor vê usûlê xwedî deng dikarin berendaman rêz bikin gor daxwaza xwe; „sîstemên lîsteya vekirî” , gor vê usûlê xwedî deng dikarin berendamekî tercîh bikin di lîsteya partîyê de, yan jî dengê xwe bidin partîyê; “panachage”, gor vê usûlê xwedî deng dikarin dengê xwe bidin ji yekî zêdetir berendaman û ji partîyên cuda cuda; û “cumulation”, gor vê usûlê xwedî deng dikarin ji yekî zêdetir deng bidin berendamê ku ew tercîh dikin. Divê baraj (set) pir bilind nebin da ku nebin asteng li pêş temsîla hûrgelan.

10) Di nîşankirina sînorên mintiqeyên hilbijartinê de, divê daxwaz û mafên hûrgelên netewî li ber çavan bê girtin bi dîtineke usa ku ew bikaribin di dezgeyên biryargirtinê de bên temsîlkirin. Fikra edaletê tê wê manê ku bi rê û usûlê hilbijartî li tu kesî neheqî nebe û hemû maf û daxwaz eleqeyekî baş bibînin. Ya herî baş, sînor bi destê dezgeyeke serbixwe û bêteref bêne nîşankirin, da ku tevî pirsên dinê, ji mafên hûrgelan re hurmet bibe. Dewletên beşdarî RPHE ev yek pirî caran cêbecê kirine, bi rê olaxên muteber, lîcneyên hilbijartinê yên profesyonel.

Her çi be jî, divê Dewlet, sînorên mintiqeyên hilbijartinê neguhurin, yan bi şiklekî din nîsbetên nifûsa li mintiqeyê neguhurin, ji bo nîyeta sivikkirina yan jî dervahiştina hûrgelan di warê temsîlê de. Benda 16 ya Peymana Çarçuve, ev yek bi şiklekî zelal qedexe kirîye, digel vê, Benda 5 ya Senedê Ewrûpa ya Xumuxtarîya Herêmî şert datîne û dibêje ku “Divê di sînorên îdareyên herêmî de guhartin çênebin, berî şêwirînê bi cemahîrên herêmî yên eleqeder, dibe ku bi rîya referandûmê li cîyê ku qanûn dest dide” (binêr pêşnîyar 19 di heqê tanzîmên erdî de).

C. Tanzîmên di Dereca Herêmî û Mehelî de

11) Ev Pêşnîyar ji bo hemû dereceyên îdareya binê desthilatîya merkezî (wek herêm, beşên îdarî, mintiqe, wîlayet , beledîye, bajar, her îdareya ku çi di dewleteke yekpare de ye, çi beşê dewleteke federal e, herêmên xwemuxtar û desthilatîyên dinê jî di nav de) derbaz dibin. Feydekirina ji hemû mafên mirovî bi alîyê herkesî gor esasê wekhevîyê û bi hemahengî, tê wê manê ku, heq û selahîyetên ku di dereca hukumeta merkezî de hene, divê di dereca binê wê de jî hebin. Helbet esasên ku ji bo diristkirina sazîyên (strukturên) di dereca herêmî û mehelî de bi kar tên, dikarin cuda bin ji yên ku di dereca hukumeta merkezî de bi kar tên. Ev sazî her usa jî dikarin bi şiklekî wekî hev nebin, lê pirrengî bin gor daxwaz û hewcedarîyên cuda cuda.

D. Sazîyên Şîret û Şêwirdarî

12) Paragraf 24 ya Beşa VI ya Dokumentê Helsinki ji Dewletên Beşdarî RPHE dixwaze ku „rê û îmkan bidine mensûbên hûrgelên netewî, da ku ew bikaribin bi tena xwe yan jî tevî kesên dinê wek cemahîrî, mafên xwe yên mirovî û azadîyên bingehîn, mafê beşdarîyeke baş di jîyana (...) sîyasî ya welatê xwe de jî di nav de, bi serbestî kar bînin, tevî beşdarîyeke demokratîk di (...) sazîyên şêwrê di dereca netewî, herêmî û mintiqî de“. Ev sazîyên hanê dikarin daîmî bin yan jî bo karekî û middetekî, beşekî sazîyên yasayî (parlamenî) yan îcrayî (hukmî) bin, yan bi serê xwe. Lîcneyên (komîte) ku bi sazîyên parlamentarî re girêdayî ne, wek maseyên gilower ji bo hûrgelan, di çend Dewletên beşdarî RPHE de hene. Ev lîcne dikarin di her derecekî hukumetê de, sazîyên xwemuxtarî ji di nav de, kar û xebat bikin û dikin jî. Ji bo berhemdarîya van sazîyan, divê nûnerên hûrgelan û kesên dinê jî –yên ku dikarin wek pispor xizmetên taybetî bikin–di nav de cî bigrin, di warê aborî de xwedî hatineke minasiw bin û yasaçêkir bala xwe baş bidine wan. Ev sazîyan han, digel şîret û şêwirdarî, dikarin bibin sazîyeke bi kêrhatî di navbera yasaçêkir û grûbên hûrgelî de. Ev, her usa jî, dikarin çalakîyan pêk bînin di dereca hukumetê de û di nav grûbên hûrgelî de. Sazîyên hanê, her usa jî, dikarin hin karên taybetî bikin, wek di warê cêbecêkirina bernameyan de, wek nimûne, di warê perwerdeyî de. Tevî vê jî, girîngîya lîcneyên ji bo armancên taybetî mezintir dibe ji bo hin hûrgelan, dema ew jî tê de beşdar bin.

13) Îmkanên karanîna sazîyên hanê bi şiklekî misbet, gor hal û rewş diguhure. Digel vê jî, di her hal û kar de, ji bo îdareyeke baş, divê di alî hukum de gavên baş bêne avêtin ji bo dan û stendinê bi sazîyên şîret û şêwirdarî re, kîngê hewce be bi wan re bişêwire û ji wan kar bixwaze. Bi alîyê cîhetên hukum de, helwesteke vekirî û berfireh li himber van sazîyan û endamên wan, xizmeta biryarên baş dike û bawerîyê xurt dike ji bo civaka firehtir.

III. XWEMUXTARÎ

14) „Xwemuxtarî“ tevdîreke usa ye ku civak bi rîya wê qontrala kar û babetên hanê dike ku li civakê tesîr dikin. Hilbijartina gotina „muxtarî“, sedî sed nayê wê manê ku karê yasayî jî di nav de ye. Tevî vê jî, ew dikare hukma îdarî, kar-rêvebirinê, û hin selahîyetên taybetî yên yasayî û adlî jî bi kar bîne. Dewlet dikare vê yekê bi rîya emanetkirin yan jî neqilkirina selahîyetê, yan jî di halê federalî de, bi dabeşkirina hêzên esasî bike ta ji destpêkê. Di navbera Dewletên beşdarî RPHE de, dezgeyên „xwemuxtarî“ bi şiklên wek heyeta temsîlî ya otonomî, „xwemuxtarî“, û eyaletên xwemuxtar têne xuyanê. Lê ev yek tu caran, gor şertên etknîkî tanzîmên erdî îhtîwa nake.

Di benda 35 ya Dokumentê Kopenhagê de, Dewletên beşdarî RPHE nîşan dane ku „kar û xebatên ku hatine wadkirin ji bo parastin û pêkanîna hal û mercên baş ji bo pêşvebirina nasnameya etnîkî, çandî, zimanî û dînî ya hûrgelên netewî, bi rîya avakirina –wek haleteke ku dikare xizmeta vê armancê bike– îdareyên minasiw yên mintiqî yan jî otonom in, gor şertên taybetî yên dîrokî û cografî yên hûrgelên hanê û bi hemahengî bi sîyasetên dewleta eleqeder.“Rapora Civîna KPHE (Cenewr) ya Pisporan li ser Mafên Hûrgelan, li ser vê esasê diçe û di paragraf 7 ya Beşa IV de dibêje ku: „hin (Dewletên beşdar) bi rîya helwesteke demokratîk û minasiw netîceyên misbet bi dest xistine, bi rîya (...) îdareyên mehelî û xwemuxtar, her usa jî xwemuxtarîya li ser esasê erdî (cografî), hebûna sazîyên şêwrî, yasayî û îcrayî jî di nav de, ku bi rîya hilbijartinên serbest û perîyodîk hatinê çêkirin; xwe bi xwe îdarekirina hûrgelên netewî di hin waran de, ku nasnama wan eleqeder dike û di wan hal û rewşan de ku xwemuxtarîya li ser esasê cografî têrê nake; şiklên îdarî yên nemerkezî û mehelî; (...) alîkarîya pereyî û teknîkî ji bo mensûbên hûrgelên netewî ku dixwazin mafên xwe yên ji bo avakirin û parastina înstîtû, rêxistin û komeleyên xwe yên perwerdeyî, çandî û dînî bi kar bînin (...)”. Destpêka Senedê Ewrûpê ya xwemuxtarîya Herêmî bi awayekî giştî, “esasên demokrasîyê û nemerkezîkirina hukum” wek alîkarîyek ji bo “parastin û xurtkirina xwemuxtarîya herêmî li gelek welatên Ewrûpê” nîşan dide. Bi vê wesîleya dawî, Senedê Ewrûpê ya Xwemuxtarîya Herêmî di Benda 9 de wek şert dibîne û dibêje, ji bo ku hukm û îdareyên hanê bikaribin karê xwe bikin, divê di warê aborî de ji wan re alîkarîyeke minasiw bê kirin.

15) Heya wê derecê ku Dewlet berpirsîyarîyê hildide ser milê xwe di hin warên taybetî de ku tesîra xwe li hemû dewletê dike, divê ew rêvebirina wan karan bi cî bîne bi destê miqamên merkezî yên dewletê. Ev yek bi nimûne, karê parastina welat, ku ji bo parastina yekitîya erdê dewletê şert e, sîyaseta aborîya mezin (makroekonomî), ku gelek mihîm e ji bo kar û xebata dewletê, heya wê derecê ku dewlet wek haletekî pêkanîna wekhevîyê ye di navbera herêmên şundamayî di warê aborî de; û karên adetî yên dîplomasîyê. Herçiqas, tesîra karên dinê dikare xurttir be di warê netewî de, lê ev kar jî divê bi rêve biçe, qe nebe heya derecekî, bi destê hukumeta merkezî. Îdareya di van waran de, her usa jî divê bê parvekirin, bi taybetî tevî sazîyên herêmî û grûbên hûrgelî (binêr pêşnîyarên 18-20). Ev parvekirina desthilatîya îdarî, helbet divê gor pîvanên mafên mirovî be û bi şiklekî pratîkî û hemahengî bi rêve biçe.

Warek ku baş avabûye û hatîye parvekirin yan li ser bingehê erdî yan ne erdî, yan jî ser herduyan, û him ji bo dewletê bi awayekî giştî, him jî ji bo grûbên hûrgel bi ehemmîyeteke mezin tê nirxandin, perwerdeyî ye. Benda 5.1 ya Peymana UNESCO dijî Cudakarî di warê Perwerdegarî de, piçek bi teferruat îzah dike, gelo di vî warî de ew parvekirin çawa bi serket: (...)

(b) Gelek mihîm e ku ji azadîya dê û bavan re û, li kîderê dest bide, yên wasîyên qanûnî re, hurmet bê kirin, da ku ew bikaribin berî her tiştî ji bo zarokên xwe înstîtûyên cuda hilbijêrin, li dervayî wan înstîtûyên ku miqamên resmî jê re xweditî dikin, lê ew jî divê, bi dereca kêm (mînîmûm) be jî gor pîvanên perwerdeyî bin, pîvanên ku bi destê miqamên erbabê vî karî hatine danîn. Ya duwemîn jî divê dê û bav bikaribin –gor adet usûlê ku di wê dewletê de ji bo cêbecêkirina yasayan bi kar tê– perwerdeya dînî û ehlaqî yê zarokên xwe gor bawerîyên xwe pêk bînin; û tu kes û tu grûbê kesan divê neyê mecbûrkirin ku xwendineke dînî bigrin ne gor bawerîya wî yan jî wan;

(c) Hewce ye ku mafê hûrgelên netewî bê naskirin ji bo karanîna kar û xebatên xwe yên perwerdeyî, kar û xizmetên mektebên xwe jî di nav de, û gor sîyaseta perwerdeyî ya her dewletekê, karanîn yan jî xwendina zimanên xwe, wek şert hatîye danîn: (î) ku ev heq bi şiklekî usa kar nayê ku nehêle mensûbên van hûrgelan çand û zimanê civakê bi temamî fêm nekin û di çalakîyên wê de beşdar nebin, yan tiştên ku zirar didine hukumranîya netewî; (îî) ku pîvanên perwerdeyî ne li jêrê pjvanên giştî bin, yên ku bi alîyê miqamên erbabê vî karî hatîye danîn yan jî qebûlkirin; û (îîî) çuna mektebên hanê gor tercîhê ye.”

16) Esasê îdareya demokratîk, çawa di Benda 21 ya Daxuyanîya Cîhanî ya Mafên Mirovî de, di Benda 25 ya Peymana Navneteyî li ser Mafên Medenî û Sîyasî de, di Benda 3 ya Protokola I ya Peymana Ewrûpê li ser Mafên Mirovî de û di pîvanên RPHE de hatîye zelalkirin, dikare di hemû derecan de û ji bo hemû unsûrên îdarî bi kar bên. Kîngê hewcedarî û daxwaz ji bo sazîyên xwemuxtarî çêbû, ji bo îstîfade kirina ji heq û azadîyên xwe li ser esasê wekhevîyê ji bo her kesekî, divê esasên demokrasîyê di çarçuva van sazîyan de pêk bên.

A.     Tanzîmên Ne-Erdî

17) Ev beş behsa xwemuxtarîya ne-erdî dike – pirî caran “otonomîya çandî” yan jî “şexsî” tîne bîra me. – ku pirî caran dikare bi kêr bê, kîngê grûbek bi alîyê cografî bela be. Dabeşbûna desthilatê bi vî şiklî, kontrola hin kar û babetên taybetî jî di nav de, dikare di dereca Dewletê de, yan jî di çarçuva tanzîmên erdî de bibe. Di hemû hal kar de, divê ji mafên mirovî yên kesên dinê re hurmet bê nîşandan. Tevî vê jî, divê ji bo tanzîmên han di warê aborî de îmkanên minasiw bêne temînkirin, da ku ew bikaribin kar û xebatên xwe yên civakî bi cî bînin û pêvajoyên berfireh temam bikin. (binêr Pêşnîyar 5).

18) Eva ne lîsteyeke bi teferrûat e ji kar û xebatên muhtemel. Pir tişt tabîyê hal û rewş e, bi taybetî hewcedarî û daxwazên hûrgelê di nav de. Di rewşên cuda cuda de, pirsên cuda cuda dikarin hûrgelan zêdetir yan jî kêmtir eleqeder bikin, û biryarên di vî warî de tesîrê dê li wan bikin bi dereceyên cuda cuda. Hin war dikarin bêne parvekirin. Warek taybetî ji bo hûrgelan balkêş, qontrola li ser navên wan e, him ji bo sazîyên ku wan temsîl dikin him jî bo kesan, çawa di Benda 11(1) ya Peymana Çarçuve de wek şert hatîye danîn. Pêşnîyar, di meseleyên dînî de dijî têkilîya hûkûmetê derdikeve, ji dan û stendinê pêve bi wan kes û sazîyan re ku temsîla miqamên dînî dikin (wek nimûne, tiştên ku halê medenî yê kesan eleqeder dike). Qesda vê pêşnîyarê her usa jî ne ev e ku sazîyên hûrgelan medyayê qontrol bikin – herçiqas kesên ku mensûbê hûrgelan in dikarin medyaya xwe avabikin û bi kar bînin, çawa bi benda 9(3) ya Peymana Çarçuve hatîye garantîkirin. Helbet, gelek rû û rengên çandê heye ku heya warên wek refah, mal, zarok mezinkirin; dewlet divê mafên hûrgelan di van waran de jî li ber çavan bigre.

B.     Tanzîmên Erdî (cografî)

19) Di Dewletên Ewrûpê de meyleke giştî heye ji bo neqilkirina hukum û karanîna esasê sazîyên alîkar, ango biryar çiqas îmkan hebe bi hevre, û bi destê wan kes û grûban bêne girtin, yên ku tesîr li wan dibe. Benda 4(3) ya Senedê Ewrûpê ya Xwemuxtarîya Herêmî van esasan usa nîşan dide: “Berpirsîyarîyên gelî (umûmî) divê, bi tercîh, bi destê wan miqaman bê girtin ku nêzî welatîyan in. Tirxankirina berpirsîyarî ji miqameke din re, divê gor armanc û hewcedarîyan û rewşa aborî be.” Xwemuxtarîya cografî dikare alîkarîya parastina yekitîya Dewletan bike, tevî ku, di dereca hukum de, gor giranîya nifûsa wan li herêmê, roleke mezintir dide hûrgelan û bi vî awayî dereca beşdarî û tevlêbûna hûrgelan xurt dike. Federasyon jî dikare vê hedefê temam bike, wek tanzîmên xwemuxtar yên taybetî di çarçuva Dewletên yekpare û federasyonan. Her usa jî îdareyên pirreng jî dibin. Çawa di Pêşnîyara 15 de hatibû nîşandan, tanzîm ne şert e ku yek cure û yek şikil bin di seranserî Dewletê de, lê dikarin, gor hewcedarî û daxwazan cure cure bin.

20) Îdareyên xwemuxtar divê xwedî desthiletîyeke (selahîyet) baş bin, da bikaribin di warê yasayî (parlamenî), îcrayî û dadî de biryaran bistînin. Di çarçuva dewletê de desthilatî dikare dabeş be di navbera miqamên merkezî, herêmî û mintiqî de û gor karên wan. Paragrafa 35 ya Dokumentê Kopenhagê alternatîfên din nîşan dide, dibêje “îdareyên xwemuxtar yan mintiqî yên minasiw gor şertên taybetî yên dîrokî û cografî” çêdibin. Ev jî zelal dike ku di nava dewletê de yêkşiklî ne hewce ye. Tecrube nîşan dide ku, heya di warê miqamên resmî de jî, ku wek adet usûl bi destê hukumeta merkezî hatîye gerandin, hêz dikarin dabeş bin, hêza dadî (him esas him jî usûl) ya dewirkirî jî di nav de, û hêzên li ser aborîya adetî. Xelkê ku tesîr lê dibe, bi derecekî kêmtirîn be jî, divê bi şiklekî sîstematîk di rêvebirina vî karî de beşdar be. Her usa jî, di dest hukumeta merkezî de jî selahîyet bimîne ku bikare edalet û wekhevîya firsendan di seranserî dewletê de pêk bîne.

21) li cîyên ku hêz (karên yasayî, îcrayî û dadî) li ser esasê cografî devir bûne ji bo beşdarîya hûrgelan bi şiklekî xurt, ji bo cêbecêkirina van karan, divê mesrefên îcbarî jî bêne dan ji bo hûrgelên di wan herêman de. Miqamên îdarî û îcraî divê berpirsîyar bin li himber hemû xelkê herêmê. Paragrafa 5.2 ya Dokumentê Kopenhagê li ser Dewletên beşdarî RPHE ferz dike ku di hemû derecan de û ji bo hemû kesan “şiklekî îdereyê pêk bînin ku temsîla xelkê bike, ku yên xwedî selahîyet li himber meclîsa hilbijartî ya yasaçêkir yan jî xelkên xwedî deng (yên ku hildibijêrin) berpirsîyar be”.

IV. TEMÎNAT (GARANTÎ)

A. Temînatên Qanûna Esasî û Yasayî

22) Ev beş li ser babeta “ewlekirina”, ango xurtkirina tanzîmên yasayî ye. Tanzîmên yasayî yên gelek berfireh (bi teferruat) di hin hal û mercan de dikarin kêrhatî bin, lê di hinan de çarçuveyek têrê dike. Di hemû hal û mercan de, çawa di pêşnîyara 5 de hatîye gotin, divê tanzîm berhemê pêvajoyên vekirî bin. Herçiqas, carê ku temam bû, îstîkrar hewce ye ji bo temînkirina ewleyîya wan kesên ku tesîra xwe li wan dike, bi taybetî mensûbên hûrgelên netewî. Benda 2 û 4 ya Senedê Ewrûpê ya Xwemuxtarîya Herêmî behsa tercîhekê dike ji bo tanzîmên qanûna yasayî. Ji bo cêbecêkirina balanseke gor dil û daxwaz di navbera îstîkrar û guhartinê de, waxt bi waxt û di middetên miayyen de ji ber çav derbazkirinê de feyde heye, da ku pêvajoya guhartina ber bi pêş depolîtîze be (ji sîyasetê dûrkeve) û pêvajoya ji ber çav derbazkirinê hewcadarî kêm gengeşî be.

23) Ev Pêşnîyar ji Pêşnîyara 22 cudatir e, qasî ku ew, li cîyê ku giranîyê bide gotina guhartinê ji bo tanzîmên heyî, tecrubekirina sazûmanên nu û nuperwer teşwîq dike. Miqamên berpirsîyar dikarin di rewşên curbecur de helwestên curbecur bigrin di navbera miqamên merkezî û yên ku temsîla hûrgelan dikin. Li dawîyê li hev neyên jî, ji helwesteke han dikare tecrubeyên baş çêbin ji bo pêvajoya nuhbûn û bî cîanînê .

B) Çareserî

            24) Di paragrafa 30 ya Dokumentê Kopenhagê de, Dewletên Beşdarî RPHE “Qebûl dikin ku, pirsên di heqê hûrgelên netewî de, dikarin tenê di çarçuveyeke sîyasetên demokratîk de, li ser esasê hukumranîya yasayî, tevî karkirina edaleteke serbixwe, çareser bin.” Fikra çareserîyên xurt, her usa jî di Benda 2(3) ya Peymana Navnetewî li ser Mafên Medenî û Sîyasî de hatîye beyankirin, tevî wê jî, “çareserîyeke adlî” di Benda 11 ya Senedê Ewrûpê ya Xwemuxtarîya Herêmî de hatîye nîşandan.

Ji ber çav derbazkirina dadî (adlî), dikare bi destê dadîgeha qanûna esasî, her usa jî, bi destê miqamên mafên mirovî yên navnetewî yên eleqeder bê kirin. Dezgeyên ne-adlî û sazîyên wek komîsyonên netewî, kesên ombudsman, lîcneyên nav-etnîkî yan jî yên eleqederî “nijad”, hwd., her usa dikarin roleke baş bilîzin, çawa hatîye rêzkirin bi alîyê paragrafa 27 ya Dokumentê Kopenhagê, Benda 14(2) ya Peymana Navnetewî li ser Nehiştina Hemû Şiklên Cudakarîya Nijadî, û di paragrafa 36 ya Daxuyanîya Vîyanê û Programên Kar û Xebatê de hatîye qebûlkirin bi alîyê Konferansa Dinyayê li ser Mafên Mirovî di sala 1993.

-------------------------------------------------

LAHEY                      OSLO                        

 

  Dengê Kurdistan © 2004