PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 
Pirçandî û Pirsa Kurd

Kemal Burkay

Di vê nivîsê da babeta min pirçandîya Tirkîye û rewşa gelê Kurd e di warê çandî da û di vê çarçuvê da pirsa Kurd e.

Taybetîyeke dema me globalîzm e. Pêşveçûna zanistî û teknîkê, bi taybetî di warê çûn hatinê, dan û stendin û enformasyonê da, welat û milletan nêzî hev dike. Pêvendîyên wan di warê aborî, civakî û çandî da xurttir dibe.

Ev nêzikbûn, her usa jî tesîreke teze çê dike di warê demokrasîyê û mafên mirovî da ji bo hemû welatan û gelan. Mirov û gel hişyar dibin û mafên xwe dixwazin. Mafên ku di Beyana Mafên Mirovî ya Milletên Yekbûyî da û di gelek peymanên dinê yên navnetewî da hatine binavkirin, êdî ji bo her kes û grûbekî li çaralî dinyayê derbaz dibin, yan jî divê bibin.

Êdî tu dewlet û hukumet nikare bêje “pirsa heq û azadîyê mirovan karê me yê hundur e û kes nikare têkilî karê me bibe…” Civata navnetewî, Rêxistina Milletên Yekbûyî (UNO), REHE (OSCE), YE (EU) û sazîyên dinê dikarin têkil bibin û mafê mirovan û gelan biparêzin, dijî zulm û neheqîyê derkevin.

Globalîzm, her usa jî pêvendîya çandên cuda cuda tîne rojevê û di vî warî da jî pirsên teze çêdibin. Gor hin dîtinan di dinyayê da ji vir ha da şerê herî mezin wê şerê çandî be. Lê bi raya min, herçiqas di warê çandî da hin problem çêbin jî, ku ev tiştekî normal e, lê mirovayetî wê bikaribe van probleman jî çareser bike û di zeman da cîyê nakokîyên çandî tolerans bigre û mirov û civat wê hîn bin tevî ferqên xwe li gel hev bijîn.

Helbet, çand jî ne tiştekî sabit e û di zemanda diguhure. Di çanda gel û milletan da hin tişt hene zemanê wan derbaz dibe, kevn dibin, li ber pêşveçûna mirovan dibin asteng; divê ew bêne guhartin. Wek adet usûlên dijî jinan, neheqîyên li ser zarokan… Lê her usa jî çi di civakekê da, çi di warê navnetewî da pirrengîya çandî, wek muzîk, zman, edebîyat, şiklê cilên jin û mêran, curbecurîya xwarinan û hwd. dewlemendîyek e ji bo civatê û ji bo mirovayetî. Wek şikl û rengê dar û beran, kulîlkan, heyvanan di xwezayê (tabîetê) da.

Ez bêm ser pirsa pirçandîya welatê me û çanda Kurd…

Helbet, hemû xwendevanên vê nivîsê ji pirsa Kurdî haydar in. Ev pirs, ne tenê sîyasî ye, her usa jî aborî û çandî ye. Kurd li Tirkîyê û li nav dewletên dinê yên Rojhilata Navîn ku ew lê dijîn, him ji mafên sîyasî pêpar in, him di warê aborî da têne zêrandin, him jî zman û çanda wan qedexe ye, di bin zulmeke mezin da ye.

Wekî malum e, Tirkîye li ser axa Dewlata Osmanî çêbû û mêratxwarê wê ye.

Dewleta Osmanî, wek hemû împaratorîyan, di nav sînorên xwe da bi dehan gel û millet hebûn. Xelkên Balkan, yên Afrîqî, Ereb, Kurd, Ermen û hwd… Zmanê wan, dînê wan, çanda wan cuda cuda bû. Hinek Misilman, hinek Xirîstîyan, Cuhî û Yêzdî bûn. Osmanî jî dewleteke destpot bû; lê eger serî hilnedin, beş û bacê xwe bidin,  têkilî çanda wan, dîn û adetên wan ne dibû. 

Mirov dikare bêje Osmanî di vî warî da gelekî bi tolerans bûn.

Anatolî bi xwe jî welatekî bi pir gel bû çanda vî welatî pirreng bû. Tirk nehsed sal berê hatin Anatolîyê. Dema ew hatin ev welat bi Rom (li rojava û bakur) bi Kurd (li rojhilat) û bi Ermenan (li rojhilata bakur û li Kîlîkya) dagirtî bû û cî û cî Ereb û gelên dinê jî hebûn. Piştî hatina Tirkan, avabûna dewleta Selçûkî û Osmanî ev pirgelîya Anatolê, ev mozaîka rengrengî berdewam kir heya destpêka sedsala 20.

Lê di dawîya sedsala 19 û destpêka  sedsala 20 da ku welatên Balkan ji destê Osmanîyan derketin û tesîra milletperwerî di nav Ermen, Ereb û Kurdan da jî xwe nîşan da, hingê milletperestîya (nasyonalîzma) Tirkan jî dest pê kir û dijî gelên dinê ew toleransa berê nema.

Du caran dijî Ermenîyan qetlîam çêbû: Yek di sala 1894 da, yek jî di dema Şerê Mezin ê Pêşîn, di sala 1915 da. Evê duduyan bi taybetî qetlîameke mezin bû ku bi destê hukumeta İttîhat û Terakkî pêk pat.

Dîsa di dema şer da û piştî şer Rom (Grêkî) bi sedhezaran hatin sirgûnkirin. Ji vê sirgûnê Kurdan jî para xwe girtin. Tirkperestan xwestin Anatolê ji hemû gelên din, çi Xirîstîyan, çi Misilman ên ne Tirk paqij bikin.

Komara Tirkîyê jî ev sîyaset ajot û xurttir kir.

Gor bendê 38 ya Peymana Lozanê, divîyabû hemû gelên ku li Tirkîyê dijîn bikaribin zmanê xwe di warê çapamenî, weşan û di hemû warên sîvîl da bi serbestî bi kar bînin. Lê Dewleta Tirk heya ev heq binpê kir. Ne hişt ku Kurdî bê xwendin û nivîsandin, heya kitêb, kovar û rojnamên Kurdî derkevin; bi zmanê Kurdî radyo û TV hebe.

Di dema Osmanîyan da zmanê Kurdî di medresan da dihate xwendin, dewleta Tirk ew medrese jî ne hiştin.

Dewleta Tirk heya axaftina zmanê Kurdî û gotina kilamên Kurdî qedexe û ceza kir!

Dewleta Tirk tarîxa Kurdan veşart, got zman û tarîxa Kurdan tune!

Ango dewleta Tirk xwest vî welatê pirreng bike yek reng; yek zman, yek dîn, yek îdeolojî û hwd… Kemalîstan welat û xelk kirin nav ûnîformayê!..

Xwendevanên delal,

Li derva jî mirovên ku bi rewşa Rojhilata Navîn û Tirkîye, Iraq, Îranê piçek mijûl in, hayê wan ji pirsa Kurdî heye.

Kurd yek ji xelkên herî kevintir în di Rojhilata Navîn da. Kurd di dîrok û bajarvanîya Mezopotamya, Îran û Anatolê da xwedî pareke mezin in. Zmanê Kurdî jî zmanekî gelek kevn e û kokên xwe digihîjin zmanê Hûrîyan, 2000 sal berî Îsa. Bi zmanê me berê nivîsa mixî dihate karanîn, piştra elîfba Erebî, nuha jî, Erebî, Latînî û li hin cîyan jî Kîrîlî bi kar tê..

Kurdî zmanekî Hîndî-Evrûpî ye, tu eleqê xwe bi Erebî û Tirkî tune. Nivîskarên Kurd ji sedsala 10. dest pê kirine, berhemên giranbuha dane.

Folklora me bi dewlemendîya xwe bi nav û deng e.

İro Kurd bi nifûsa xwe milletekî 40 mîlyon in li rojhilata navîn. Welatê me Kurdistan û gelê me di navbera çar dewletan da (Tirkîye, Iraq, İran û Sûrîye) parçe bûye. Li Tirkîyê nifûsa me ji 20 mîlyonî zêdetir e. Kurdistana Bakur ya di nav sînorê Tirkîyê, ji sisêyan da yekê erdê Tirkîyê ye, ji tevayîya Belçîka û Hollandê mezintir e.

Ango Kurd ne hindikahî ne (hûrgel), li ser axa xwe piranî ne. Lê ji Iraqê pêve, ku li wir jî vê dawîyê rizgar bûn, hîn bindest in û di bin zulmeke mezin da ne. Ev zulm û bindestî li ser çanda Kurdî tesîreke mezin a xirab dike.

Deweleta Tirk îro jî dixwaze zmanê Kurdî nehêle, çanda Kurdî bi temamî winda bike.

Herçiqas Krîterên Kopenhagê, di çarçuva hûrgelan (mînorîtet) da be jî, gelek heq û azadî ji Kurdan ra jî nas dike; lê dewleta Tirk dîsa bi hîle û dubare ji vê berpirsîyarîyê direve.

Malûm e, Krîterên Kopenhagê, gor gelek peymanên navnetewî gelek heq û azadî didine hûrgelan. Gor mezinahî û daxwaza wan, heqê çapemenî û weşanê; heqê xendinê di mekteb û zanîngehan da bi zmanê xwe; pardar bûn di kar û barê welat da; heya dereca otonomîya çandî û herêmî…

Lê dewleta Tirk tenê behsa mafên çandî dike, ew jî ne di çarçuva mafê hûrgelan da, wek mafên şexsî (îndîvîdual).

Dewleta Tirk îro dibêje ku di vî warî da reformên ku jê tê xwestin hemû kirîye û Krîterên Kopenhagê bi temamî bi cî anîye. Eva dereweke mezin e.

Dewleta Tirk zmanê Kurdî di warê weşanê da serbest ne hiştîye. Tenê di heftê da nîv saet heqê radyo û têlevîzyonê daye. Hingê mirov çawa dikare bêje ku Kurdî di warê radyo û têlevîzyonê da serbest e? Eva wek henek e ku bi 20 mîlyon Kurd tê kirin.

Dewleta Tirk tenê îzna çend qursên zmanê Kurdî da û ew jî li du-sê bajaran bi zor û zehmet vebûn. Lê mirov çawa dikare bêje ku ev heqê xwendinê ye? Eva jî wek henek e bi 20 mîlyon Kurd.

Ji xwe ew qurs jî ji ber astengên dewletê û bê mecalîyê hatin girtin.

Heqê xwendinê ev e ku ji bo milletekî wek Kurd ji dibistana pêşîn heya zanîngehê bi zmanê xwe be.

Dewleta Tirk rê nade ku Zmanê Kurdî heya di civînên sîyasî da bi serbestî bi kar bê. Ceza didine wan kesan ku di civînan da bi zmanê Kurdî pankart vekin, yan qise bikin.

Nimûneya dawî: Dijî rêvebirên Partîya Heq û Azadîyan (HAK-PAR) dawe hate vekirin, ku di kongrê da bi Kurdî jî qise kirine. Ev dewa berdewam e.

Bi kurtahî, îro jî ku Tirkîye dixwaze bibe endamê Yekitîya Ewrûpa, dîsa çiqas ji dest tê zman û çanda Kurdî qedexe dike, dixwaze tevî çand û zman, hebûn û nasnama milletê Kurd jî bi temamî nehêle, winda bike.

Eva jî jenosîda çandî ye dijî milletekî. Gor huqûqa navnetewî curmeke herî mezin e dijî mirovetîyê.

Em kurd, helbet li himber vê zor û zulmê ber xwe didin û tucar ji bindestî û zulmê ra serê xwe danaynin.

Divê Yekitîya Ewrûpa jî, hemû dinya jî li himber van kirinan bêdeng nemîne, ji vê curmê ra çavê xwe negre.

Divê Yekitîya Ewrûpa ji prensîbên xwe ra xwedî derkeve. 

Eger Tirkîye dixwaze bibe dewlet û welatekî medenî, divê gor pîvanên mafên mirovî û demokratîyê bike, huqûqa xwe biguhure û bi cî bîne. Divê pirçandîya welat ra hurmet bike.

Divê hebûna milletê Kurd nas bike, zmanê Kurdî wek Iraqê bike zmanê resmî, mektebên Kurdî veke, radyo û têlevîzyona Kurdî serbest bihêle, ango pêşîya çanda Kurdî bi temamî veke û mafên ku di vî warî da ji Tirkan ra hatîye naskirin bi Kurdan ra jî were naskirin.

Bi gotineke din, divê dewleta tirk bibe dewleteke demokratîk û hînî toleransê be.

Aşitî ne bi despotî, bi  demokrasî û toleransê çê dibe.

-----------------------------------

Têbinî: Ev nivîs sê sal berê hatibû hazirkirin ji bo konferanseke navnetewî ku li Parisê çêdibû. Lê mixabin firsend nebû ku biçimê. Ev nivîs di kîlera min da mabû û nuha diweşînim.

   ---------------------------------------------------------------------------

Ji nivîsên berê

İçe kapanma olayı ya da kaplumbağa politikası
Kürtçe ve Türkçe yazma üzerine
Cambaza mı bakalım, hırsıza mı?
Komplolar, cinayetler, provokasyonlar… ”Devlet sırları!”
Sistemde açılan bu gedik önemlidir
Abant Platformu ve sömürgeci tezlerin yeni versiyonları
Ergenekon ve Dağlıca
”Bilgi Destek Planı” yıllardır yürürlükte..
Baskın Hoca’nın genellemeleri…
Bu nasıl bir ülkedir?
Umut ne AKP’de, ne Kemalizmde
AKP’nin “çözüm” paketi ve GAP
Kürt sorununda ekonomi ve siyasetin bağı
Sabancı Cinayeti’nin belgeleri de ortaya dökülürken...
AKP değişimin partisi değil
Eski film yeniden gösterimde mi?
Kedinin boynuna çanı kim takacak?
Ülkeyi batağa sokanlardan çözüm beklenemez
Yeni bir halk hareketine
gerek var
Canım tepki göstermek istemiyor
Sadun Hoca ve Hasretyan
Geçmiş olsun Sırp yoldaşlar!
Aslan Asker Şwayk ”Panodaki Şiir”e Karşı!
Türban ve laiklik üzerine
Ergenekon ve Türk medyasının çözülen dili
Düzenli köşe yazılarıma son verirken…
Hrant Dink’i anarken
AKP sistemle kaynaşırken..
Sekiz asker, bomba olayı ve Erdoğan…
Tarih, akıl ve ahmaklık üzerine
Kandil Operasyonu; hedefler, sonuçlar
Kürtlerin temsil sorunu
Sabah’taki söyleşi, DTP ve temsil sorunu üzerine
Oyunun yeni perdesi ve değişen taktikler
DTP’ye yönelik kapatma davası
Bush-Erdoğan görüşmesi ne sonuç verdi?
Militarizm Türkiye’yi teslim almak istiyor
Katil kim?.
PKK’nın silah bırakmasına veya yeni bir ateşkese karşıyım!
Bu çılgınlıkla nereye?..
Nasıl bir anayasa? – 3
Militarizm barışa, demokrasiye, gelişmeye engel
Türkiye Malezya olur mu? Keşke olabilse!
Nasıl bir anayasa? – 2 Kemalizm ayak bağı oldu
Nasıl bir anayasa?
Bir genel af  ”PKK sorununu” bitirir mi?
DTP’nin temel yanlışı ne?
Yedi kızın acı öyküsü Yaşamadan Öldüler
Yakın tarihe kısa bir gezinti
Kürdistan gerçeği, Kürt ulusal sorunu ve onurlu tavır
Türk dış politikasının rüşvetleri…
Yezidi Kürtlere yapılan saldırı
Türk Parlamentosu ve Kürtler
Seçimlerde Türkiye solu, Kürt Ulusal hareketi
22 Temmuz Seçimleri üzerine
Orman yangınları kimin işi?
Dink Davası ve Sivas
Bir mum yakmaya devam…
Kuzeyde bir hafta
Norveç sınırı, Laponlar, beyaz geceler…
Darbe ayağa düştü
Darbe planı işlemekte
Barzani “PKK terörü”nü destekliyor mu?
Hükümet gerçekleri halka anlatmalı
Sayın Sezer, nereden nereye!
Son terör eylemlerinin ardında kimlerin eli  var?
Sistem ne laik ne demokrat
“Dil Devrimi” ve “Güneş Dil Teorisi” komedisi
“Türk Tarih Tezi” komedisi
Paşalar Cumhuriyeti, berdevam mı?.
Kürt Dili nasıl kurtulur?
Türk medyası ya da Yalancı Çoban
General, istifa et!
Heyy, orada bir Müslüman yok mu?!.
Irkçı görüşlerin temeli yalan ve safsata-2
Türk-İslam sentezi ve Kürtler, Aleviler...
Irkçı görüşlerin temeli yalan ve safsata-1
Kim olursa olsun!
“Bu ırkçılık nerden çıktı?!”
Aman, 301’i değiştirmeyin!
Yanlışta direnenler, Sopayı çözüm sananlar...
“Halkın oyları” ve çıkar yol
Türkiye batağa nasıl saplandı..
Kerkük Kürdistan’a katılırsa...
Gerçek katil kim?
Ankara Konferansı üzerine
AB’ye sırtını dönen Türkiye’de Savaş hazırlığı mı, blöf mü?
Saddam cezasını buldu
Çıkara dayalı yanlış hesaplar
AB’nin son kararı üzerine
Baker Raporu ölü mü doğdu?
PKK neden taktik değiştirdi?
İlkesizlik ve Irak’ta çözüm
Bir kez daha Ermeni sorunu üzerine
Değişime direnen Türkiye
Sel, yangın vb. “doğal felaketler” üzerine..
Kürdistan, zenginlik içinde yoksul ülke..
Bir şarkı, bir şiir
Fransız Parlamentosu’nun kararı Ve Cezayir..
En büyük devletsiz ulus..
Oyunu gerçek sanmak-2
Oyunu gerçek sanmak.. (1)
Ana-babalar kirli savaşı sorgulamalı
Linç salgını yayılırken…
Lübnan’dan uzak dur, Kürdistan’a hücum!..
Uygarlıklar Savaşı mı?
Türkiye’nin Kerkük Sorunu!
Halkı yalanla besleyen rejimler…
Irak’ı bekleyen: Ya üçlü konfederasyon, ya üç ayrı devlet
Bölgemizde ve Dünyada barış ve istikrar için..
Statükonun yıkımına kim ağlar?
Terör ve PKK bahane, Hedefler çok başka…
Hürriyet’in tehlike çanları!
Kırk katır mı, kırk satır mı?..
Demirel, Çiller, Ağar, Güreş… Bunlar tanık mı, sanık mı?.
Şemdin’in yakalanması, destanlar, balonlar…
Başı türbanlı bir kadın neden cumhurbaşkanı olmasın?..
Çetelerle mücadelede hükümete destek vermeli
Ülkeyi esir alan ahtapot...
Sular ısınırken...
”Sanki herkes kör, herkes zincirlerle bağlı…”
Bu bir darbe değil mi?
Terör ne, terörizm ne?
TBMM Başkanı Arınç’ın kunuşması ve demokrasi üzerine..
Şemdinli’deki askeri yığınak neyin nesi?..
Rejimin Kürt halkına topyekün saldırısı
Baş terörist kim, PKK mı, Türk devleti mi?
Önyargı, tutku ve akıl...
Derin devlet oyununda Rejisör, figüran ve seyirci…
Suç ve Ceza
Yine bir şeyler dönüyor…
Sistem çürümüş, dökülüyor
Irak’ta iç savaş kaygısı ve kendi kendine gelin güvey olanlar..
ŞOVENİZMİN ESİR ALDIĞI BEYİNLER (*)
At izi it izine karışırken..
HAMAS ve PKK…

Sağduyu ve hoşgörü gerekli
Şemdinli’nin üstü örtülüyor
Adalet mi rezalet mi?.
Genelkurmay Gladyosuna sahip çıktı!
Türk Gladyosu tasfiye edilmedikçe…
Yalancının mumu yatsıya kadar yanar
“Demokratik Cumhuriyet”in patenti Bay Öcalan’ın mı?
Türk rejimi neden Apo´ya sarıldı?
Kürt sorununa çözüm çeşitlemeleri üzerine…
Türkiye Kürtler konusunda İran’ın bile çok gerisinde…
Erdoğan’ın Şemdinli ziyareti ve alt kimlik-üst kimlik üzerine
Paris olayları ve küreselleşme üzerine
Olaylar böyle mi aydınlanacak?
Şemdinli bir fırsattır
Bu nasıl bir ilerleme?

Değişimi anlamak ve Kürt sorununda akılcı çözüm
Bilimsiz üniversite, hukuksuz adliye..
Türkiye’nin AB üyeliği ne Sevr’dir, ne de Lozan…
AB ile müzakereler başlarken umutlar - kaygılar...
3 Ekim bir dönüm noktası olacak
Sevgisiz bir ülke..
“Demokrat, özgür ve çağdaş Kürtlerin sesi…”
Provokasyon dumanları…
Asıl ölüm susmaktır
PKK’yı muhatap yapan kim?
Erdoğan’ın son tavrı
Doğu Kürdistan’daki son gelişmeler üzerine
Kürtçe şu anda zincirlerle bağlı
Öcalan İmralı´dan alınmalı
Derin Devlet ve PKK el ele..
Bir kez daha terör ve uluslararası sorunlar üzerine
Bir toplum nasıl kandırılır?
Bazı dostların ardından
AKP Alevileri yok sayıyor
ÇIKAR YOL - III Buyrun, örgüt de var, iş de!
Erdoğan’ın ABD gezisi: Türk tarafı için düş kırıklığıürk tarafı için düş kırıklığı
ÇIKAR YOL – II Teslimiyete karşı ulusal seçenek
Fransız Referandumu üzerine düşünceler

ÇIKAR YOL - I En başta umut gerekli
İşe yaramaz bir karar…
NE DEĞİŞMİŞ?.
Soykırım ve Yüzyıllık Nazizm
Kendi ordusunun işgali altında…
Türkiye’nin Kürt Politikası: Döverek Islah..
PKK’yı kim çözsün?.
Dün cami, bugün bayrak…
İstanbul sorunu artık Kürdistan sorunudur
Ermeni Soykırımı ve Orhan Pamuk Olayı
Bir kez daha laiklik sorunu ve Aleviler konusu
Ş I M A R I K…
Kürt Devleti ve Deli Dumrullar…
Dezînformasyon û Prowokasyon

Derin Devlet Tiyatrosunda Kürtler ve Türkler...

 
 
PSK Bulten © 2008